‘Em ê bi hêza jinê, tecrîdê bi dawî bikin’

  • 16:29 21 Adar 2019
  • Rojane
Ronahî Nûda/ Stêrvan Bêritan
 
QAMIŞLO - Jinên ku tevlî Şahiya Newroza gundê Hîmo li bajarê Qamişloyê bûn, gotin:" Bi saya Şoreşa Jinê ya Rojavayê Kurdistanê û xwîna Şehîdan îro Newroz bi azadî, li qadên Azad tê pîroz kirin." 
 
Newroza 2019’an bi hemû Netewên li herêmê hat pîroz kirin. Danê sibehê jin bi hemû cil û bergên xwe herikîn qada Newrozê. Bi hatina Newrozê hêvî û bendewariya wan yek bû. Kurdistanek azad û wekhev. Jinên ku beşdarî şahiya Newrozê ya li gundê Hîmo a bajarê Qamişlo bûn ji ajansa me re axivîn.
 
‘Newroz mizgîniya biharê ye’
 
Jina bi navê  Îlham Ehmed cejna tevahî gelan pîroz kir û wiha pêde çû:"Ez cejna Newrozê di serî de Rêber Apo û gelên ku her derê dijîn li wan pîroz dikim. Ev newroz mizgîniye, hêviya me tevahî kurdan ew e ku em Rêberê xwe azad bikin." 
 
Îlham bal kişand ser ber bi xilasbûyina DAÎŞ' ê û wiha berdewam kir: "Îro em dibînin ku DAÎŞ ber bi xilasbûyînê ve diçe. Ew jî hêza YPJ/YPG'ê û QSD'ê  gihaşt serkeftinê. Ez jî  dayika şervanan im û ez ê heta dawiyê jî ji bo doza xwe têkoşîn bikim."
 
‘Rêça me yeke ew jî rêça doza Şehîdan e’
 
Dayika bi navê Nûra Xelîl cejna Newrozê Rêberê PKK’ê li Abdullah Ocalan û şervanên YPG’ê, YPJ’ê pîroz kir û got: "Hêviyê me vê salê Azadiya Rêber Apo ye, Em îro bi hev re gelek kêfxweş in ku tevahî gelê herêmê bi hemû netewên xwe Newrozê bi hev re pîroz dikin."
 
‘Newroz li qadên azad pîrozkirin azadî bi xwe ye’
 
Dayik bi navê Şems Nûrî Mihemed bal kişand ser keyfxweşiya Newrozê û wiha pê de çû:"Beriya 15 û 20 salan Newroz bi şert û mercên pir giran dihat pîroz kirin. Me nikaribû alên xwe û desmalên xwe yên kesk, sor û zer rakin. Îro jî bi saya şehîdan em cejna Newrozê azad pîroz dikin."
 
Dayika Şems herî dawî jî bal kişand ser şoreşa Jin a Rojavayê Kurdistanê û wiha got :"Em xwediyê li şoreşa xwe derbikevin. Em tu caran teslimiyetê qebûl nekin û xwediyê doza şehidên xwe derkevin. Gelê kurd ku di bin qirkirinê her derbas bûne, îro serkeftinê bidest xistin, Terora cîhan ditisand têk birin."