Newroz li gelek bajaran bi coşek mezin hat pîrozkirin
- 16:27 21 Adar 2019
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Manîsa, Aydin û li Konyayê bi hezaran kes hat gel heve û bi dirûşma "Teqez em ê bi ser kevin" newroz pîroz kirin.
Pîrozbahiya Newrozê ku bi dirûşma "Teqez em ê bi ser kevin û tecrîdê têk bibin" li Manîsayê li navçeya Yunus Emre li qada Cumhuriyetê hat lidarxistin ji navend û navçeyên manîsayê gelek kes tevli bûn. Gel piştî ji barîkatên polîsan xwe rizgar kir ket qada mîtîngê. Qda mîtîngê bi alên HDP'ê hat xemilandin û pankarta ku li ser bi kurdî û tirkî "Newroz pîroz be nivîsandî" li qadê hat daliqandin.
Di serî de namzedên hevşaredariya Manîsayê axîvîn, Newroza gelan pîroz kirin û daxwaza azadiyê kirin.
Namzeda hevşaredariyê ya Manîsayê Hatîce Aslan jî newroza Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û ya Leyla Guven ku 134 roj e di grevê de ye û ya girtiyên li girtîgehan pîroz kir.
Namzedê hevşaredariyê Nacî Sonmez jî wiha got: "Mixa bin ji bo azadiyê li vî welatî divê ku bedel bê dayîn. Ger ku îro li dijî me cudakarî nehata kirin me dê niha li vê qadê bi dilekî xweş Neworz pîroz bikira."
'Leyla Guven rûmeta me ye'
Piştre Parlamentgera HDP'ê ya Îzmîrê Serpîl Kemalbay jî bi pîrozkirina Neworzê li Sêvê, Pakîze û Fîgenan dest bi axaftina xwe kir û got: "HDP li her derê ye. Em hebûn û em ê her hebin .Ez newroza Leyla Guven ku 134 roj e berdewam dike û ya çalakgerên din ên di grevê de silav dikim. Ez Zulkuf Gezen bi rêzdarî bi bîr tînim. Leyla guven a ku pêşengiyê ji çalakiya greva birçîbûnê re dike rûmeta me ye."
'Em ê di 31'ê Adarê de dîrolkê binivîsin'
Wekîla HDP’ê ya Êlihê Feleknas Uca jî axivî û got, “Bi berxwedana Leyla Geven û hevrêyên zindanan wê tecrîd bişkê” û diyar kir ku wê 31’ê Adarê li Manîsayê dîrok binivîsin.
Piştî axaftinan agirê Newrozê hat pêxistin û li ber stranên Koma Hîvron govend hat gerandin.
'31'ê Adarê de m ê bi ser kevin'
Rêzxistina HDP’ê ya Aydinê jî bi dirûşmeya, “Em ê teqez bi ser bikevin li navçeya navendê Efelerê Newroz pîroz kir. Wekîlê HDP’ê yê Mûşê Mensur Işik û endamên Meclîsa Navendî ya HDP’ê, tevlî pîrozbahiyê bûn.
Mansûr diyar kir ku Serhed, Botanê di berxwedanê de silav dike û bal kişand ser berxwedana Leyla Guven. Her wiha Mansûr anî ziman ku hilbijartina xwecihî bi serkeftineke mezin li benda me ye.
Pîrozbahî bi pêxistina agirê Newrozê û gerandina govendê dewam kir.
Li Konyayê Neworz hat pîrozkirin
Li Konyayê jî Newroz bi coşeke mezin bi dirûşma "Bijî berxwedana Leyla Guven" hat pîrozkirin û di axaftinên hatin kirin peyamên piştevaniyê ji bo greva birçîbûnê ku di pêşengiya Leyla Guven de li dijî tecrîdê hat destpêkirin hatin dayîn. Piştî peyamên ku hatin dayîn Agirê Neworozê ji aliyê jinan ve hat vêxistin. û pîrozbahî bi stran û govendê berdewam kir.