Ilham Ehmed: Gelê Efrînê bi hêviya rizgarkirna Efrînê Newrozê pîroz dike
- 16:13 21 Adar 2019
- Rojane
ŞEHBA - Hevseroka desteya rêvebir ya MSD' ê Ilham Ehmed di şahiya Newroza Şehbayê de teqez kir ku her tim gelê Efrînê tama azadiyê dîtibû lê hêzên hegomonîk ew yek tehemul nekir lewma jî êrîşên xwe bi ser Efrînê de pêk anî û gel ji warê wan dûr xist.
Gelê Efrînê yê li Şehbayê bi cih bûye bi rihê Berxwedana Serdemê agirê Newrozê geş vêxist. Newroz bi deqeyek rêzgirtin a ji bo têkoşerên azadiyê dest pê kir. Bi tilîliyên dayikan û cilê gelêrî yên jinan Newroz rengîntir bû. Dirûşmên "Bijî berxwedana Serdemê","Em ê Efrînê ji dagirkeran rizgar bikin" hatin berzkirin. Agirê Newrozê ji aliyê Malbatên Şehîdan ve hat vêxistin. Her wiha li gotinên Abdullah Ocalan ên derbarê Newrozê de hatin guhdarkirin. Hevseroka desteya rêvebir ya MSD ê Ilham Ehmed di şahiya Newroza Şehbayê de axivî û got:"Em bi rihê têkoşîna berxwedêrên di greva birçîbûnê de ne û bi têkoşînan lehengên ku li Dêra Zorê DAÎŞ têk bir Newroza 2019'an pîroz dikin. Em dibêjin ku dê serkeftin her dem a me be."
'Dê dijmin negihêje armanca xwe'
Di berdewamiya axaftina xwe Ilhma qala êrîşên li ser Efrînê kir û got:" Newroza îsal li Efrînê nehat pîroz kirin em tenê nêzî deh kîlometran jê dûr in, lê îro gel di nav kêliyên berxwedanê de newroza xwe pîroz dike. Di vê rewşê de bi taybet di vê rojê de girêdana xwe bi axa xwe ve hemû planên dijmin vala derxist. Loma têkoşîn û rêxistinbûyin gelekî girîng e. Deverên ku dijmin bi dest xistiye tu carî jê re namîne ji ber ku biryara vîna gelê kurd ew ê dijmin têk bibe. Dê dijmin negihêje armanca xwe."
'Gelê Efrînê bi hêviya rizgarkirna Efrînê Newrozê pîroz dike'
Îlhamê wiha dawî lê anî:"Girêdana gelê Efrînê ya axa xwe ve hemû cîhan matmayî hişt, divê dunya welatparêziyê ji gelê Efrînê fêr bibe. Kiryarên dewleta Tirk di Efrînê de heman kiryarên DAÎŞ' ê ye, lê bi pêşveçûnên hemleya tune kirina terorê ya li Dêra Zorê serkeftinên mezin bi xwe re tîne, niha jî hêzên QSD, YPG, YPJ ê paytexta terorê Baxoz bi dest xist. Gelê Efrînê bi hêviya rizgarkirna Efrînê Newrozê pîroz dike. Dê serkeftin a me be û em ê Efrînê ji dagirkeran rizgar bike."