Gelê Kurd li Newroza Bedlîs û Agiriyê de tecrîd protesto kirin
- 16:02 21 Adar 2019
- Rojane
AGIRÎ/BEDLÎS - Bi dehhezaran gel li Newroza Agirî û Bedlîsê hatin gel hevdû û tecrîd bi dirûşmeyan protesto kirin.
Li Serhedê agirê Newrozê bi dirûşma "Bijî berxwedana zindanan" hat pêxistin. Gelê Bedlîs û Agiriyê bi coşek mezin Newroz pêşwazî kirin.
Agirî
Li Agiriyê bi dehhezaran kes li qada vala ya li paş stadyomê kom bûn. Di saetên serê sibehê de jinan cilên xwe yên rengo rengo yên gelêrî li xwe kirin û herikîn qadên Newrozê.
Li Agiriyê gelê kurd bi dirûşma 'Bijî berxwedana zindanan" ket qada Newrozê. Gelê ku li qada vala ya li paş stadyomê kom bûn Newroz bi dilekî germ û bi coşek mezin pîroz kirin. Parlamentera HDP'ê ya Agiriyê Dilan Dirayet Taşdemir, Namzetên Hevserokatiya Şaredariya Agiriyê Yeliz Karaaslan, Abdurrahman Dogar, Endamê MYK'a HDP'ê Salih Taşdemir û Namzetê Hevserokatiyê yê Qersê Ayhan Bilgen beşdarî şahiya Newrozê bûn. Siyastmedarên ku hatin qadê tevî gel agirê Newrozê vêxistin.
Namzetê Hevserokatiyê yê Agiriyê Abdurahman Dogar di destpêkê de axivî û got:"Bi qeyyuman şaredarî xesp kirin. Sanayî, sewalkarî, çandinî li Agiriyê qedandin. Bi tehdît û şantajan dibêjin qey ew ê gel bitirse. Lê di 31'ê Adarê de dê gel bersivek xurt bide."
Piştre Dilan Dirayet Taşdemir got:"Çalakgerên di greva birçîbûnê de dixwazin tecrîd biqede û azadî û aştî pêk were. Divê em bibin dengê wan. Em dibêjin bila îktidar dev ji bêhiqûqiyê berde û dawî li bêdengiya xwe ya ji bo grevên birçînê bînin. Heta tecrîd bi dawî bibe em ê dengê xwe bilind bikin."
Herî dawî Ayhan Bilgen axivî û got:"Îradeyek xurt a vî gelî heye. Bedelên mezin daye. Mafê gelê kurd a jiyanek azad û aram heye. Em ji bo wenî siyaseta xwe dikin."
Piştî axaftinan Hunermend Serhat Çarnewa derket ser dikê û bi stranên xwe gel coşand. Piştî ku pîrozbahî qediya 11 kes hatin binaçvkirin û ew birin Muduriyeta Emniyetê ya Agirî.
Bedlîs
Li Tetwana Bedlîsê bi dehhezaran gel hatin gel hevdu û bi dirûşma "Bijî berxwadana zindanan" Newroz pîroz kirin.
Li Tetwana Bedlîsê Newroz bi dirûşma "Bijî berxwadana zindanan" li Qada Fuarê hat pîrozkirin. Parlamentera HDP'ê Meral Daniş Bektaş, Parlamenterê Bedlîsê Celadet Gaydali, Rêveberên HDP'ê beşdarî pîrozbahiya Newrozê bûn. Di şahiya Newrozê de dirûşmên "Bijî berxwedana zindanan","Bijî Serok Apo","Bê Serok jiyan nabe" hat berzkirin. Jinan bi cilên xwe yên rengo rengo qad tije kirin.
'Hêza kesî têrê nake ku vî agirî vemirîne'
Parlamenterê Bedlîsê Celadet Gaydali, bertek nîşanî qeymeqam da ku destûr nedaye vêxistina agir û got:"Hêza kesî têrê nake ku vî agirî vemirîne."
Parlamentera HDP'ê Meral Daniş Beştaş jî got:"Tecrîd pêkanînek dijmirovî ye. Hemû hevalên me yên di greva birçîbûnê de mafdar in. Em li dijî biryara tecrîdê ya kêfî derdikevin. Dê têkoşîna me ya li dijî neheqiyan bidome."
Piştre Newrozê stranên Hunermend Hozan Arhat dewam kir.