Jinên Kobanê: Newroz nîşaneya berxwedana azadiyê ye

  • 15:27 21 Adar 2019
  • Rojane
KOBANÊ - Jinên ku beşdarî şahiya cejna Newrozê a Kobanê bûn, Cejna Newrozê li Abdullah Ocalan,  li berxwedêr Leyla Guven, li rêhevalên wê yên di greva birçîbuên de ne pîroz kirin.
 
Bi dirûşmeya` Em ê Bi rihê Newrozê berxwedanê bilind bikin tecrîdê bişkînin Efrînê Rizgar Bikin` jinên ku berşdarî şahiya Cejina Newrozê ya  girê Miştenûra Kobanê bûn, diyar kirin ku ev Newroz dê bibe sedema azadî û şikandina tecrîdê. 
 
Dayika bi navê Xedîca Nebî cejina Newrozê li Rêberê PKK`ê Abdulah  Ocalan pîroz kir û wiha got:"Di sala pêş de dê em ê Newroza xwe bi Rêberê xwe û Efrîna xwe re pîroz bikin. Dê binketina Erdogan û çeteyên wî be, em Kurd in em xwedî îrade û têkoşîn in, lê tevî hemû tiştî Newroza vê salê bi wate ye, ji ber ku him berxwedana rêhevalên me yên di grevê û têkbirina çeteyên DAIŞ`ê em kêfxweştir dibin."
 
`21`ê Adarê pir xweş e` 
 
Hîva Tahir jî wiha got: "Cejina Newrozê pir xweş e, ji ber ku cejina çavvekirina gelê Kurd e. Ev jî ji bo me ronahî û kêfxweşî ye. Dema ku mirov dibêje 21`ê Adarê Buhara çalakî û serkeftinê tê bîra mirov."
 
'Newroz berxwedan e'
 
Her wiha Salkîna Hupo jî cejin li hemû jinan pîroz kir û got "Cejina me xweşe çûyîn û hatina me li girê Miştenûrê bi xwe rengekî cuda dide. Ev roj bi taybet ji bo me serkeftina sedsalane, dema em dibêjin Newroz rojê nû û berxwedanê bi bîrtînin. Newroz berxwedan e."
 
'Em ê her bi ser bikevin û dagirkeran ji ser axa xwe biqewirînin'
 
Dayika bi navê Zelîka Reşîd a ji Bajarê Minbicê jî wiha got:" Bi rihê Newroza vê salê em mizginiya têkbirina çeteyên DAIŞ`ê didin. Serkeftina a me ye û wê a me be. Em ê her bi ser bikevin û dagirkeran ji ser axa xwe biqewirînin."
 
'Newroza Kobanê rengê jiyanê dide'
 
Mizgîn Ehmed jî a ji Mexmûrê ku beşdarî cejina Newrozê a li Kobanê bû wiha got: Newroza Kobanê rengê jin û jiyanê dide, hêviya min hemû rojên me wek roja Newrozê be. Dê encamên herî serkeftî ji çalakiyên berxwedêrên kurd bên ev hêviya me ye." 
 
'Newroz nîşaneya berxwedana azadiyê ye'
 
Nalîn Muslim cejin li hemû gelê Kurd û  Kurdistanê û çalakvanan pîroz kir û got :"Daxwaziya me rizgarkirina serokê me ye, şikenandina tecrîdê ye û ez silavên xwe li hemû gel û Serok Apo dikim."