Foza Yûsif: Newroza me bi têkbirina terorê geş dibe

  • 15:26 21 Adar 2019
  • Rojane
QAMIŞLO - Endama Rêveberiya Koordînasyona Kongreya Star Foza Yûsif cejina Newroza 2019’an li tevahî gelê Rojhilata Navîn pîroz kir û got:" Şoreş bi dawî nebûye, divê çeteyên DAIŞ'ê werin muhasebekirin. Tenê Kurd û pergala Netewa Demokeratîk dikarin herêmê biparêzin."
 
Di Şahiya Newroza Qamişlo li gundê Hîmo, ku bi hezaran şêniyên bajêr tevlî bûn, Endama Koordînasyona Kongreya Star Foza Yûsif axivî, Foza cejina Newroza sala 2019’an li Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan li Leyla Guven û hemû kêsên ku li şahiya Newrozê hazir pîroz kir û wiha got;“Li ser navê hemû netewên ku li bakur û rojhelatê Sûriyeyê dijîn, em cejina Newrozê li gelê  xwe û berxwedana Efrînê  pîroz dikin û em ji wan re dibêjin bijî berxwedana Efrînê."
 
Fozayê axaftinên xwe wiha domand;“Çawa ku me di sala 612’an de beriya zayînê imparatoriya Dehaqan têk bir, îro em dîrokeke nû dinivîsînin li ser axa Mezopotamyayê , zordarî ya desthilatdar ya DAIŞ’ê têk dibin, ji ber vê yekê jî em dengê xwe digihînin şervanên ku li Baxozê şer dikin û lehengiya wan di cejina Newerozê de pîroz dikin.”
 
'Dewletên navnetewî tu çareserî ji aloziya Sûriyeyê re nedîtin' 
 
Fozayê got:" Ev 8 sal li ser aloziya Sûriyeyê derbas dibe lê tu çareserî ji bo wê nehate dîtin. Ji ber ku hêzên navnetewî li gor berjewendiyên xwe tev digerin. Di van 8 salên ku derbas bûyî de Rêveberiya xweseriya Demokratîk xwe da isbatkirin bi hêz û iradeya xwe." 
 
'Ev şoreş li vir bi dawî nebûye' 
 
Fozayê wiha dom kir:" Ji bo hêzê navnetewî jî em vê yekê dibêjin ku me DAIŞ’ê têk bir bi hêz û îradeya xwe, bê ku em alîkariyê ji  tu kesî wergirin,  me 8 hezar şehîd dan di şerê li dijî DAIŞ'ê de. Loma jî divê ku dadgehek navnetewî li ser axa Rojava yê Kurdistanê were çêkirin, ji bo darizandina van çeteyan. Her wiha em ê her dem hazir bin ji bo çi êrîşên ku were ser axa me, ji ber ku em zanin ev şoreş li vir bi dawî nebûye. Ez careke din cejina hemû gelê Rojhilatê navîn pîroz dikim, bijî berxwedana zindana, bijî YPJ’ê/YPG û QSD’ê."