Agirê Newrozê bi rihê berxwedana Serdemê li Şehbayê geştir dibe
- 14:34 21 Adar 2019
- Rojane
ŞEHBA - Agirê Newrozê li Şehbayê bi rihê Berxwedana Serdemê hat vêxistin.
Gelê Efrînê yê li Şehbayê bi cih bûye bi rihê Berxwedana Serdemê agirê Newrozê geş vêxist. Newroz bi deqeyek rêzgirtin a ji bo têkoşerên azadiyê dest pê kir. Bi tilîliyên dayikan û cilê gelêrî yên jinan Newroz rengîntir bû. Dirûşmên "Bijî berxwedana Serdemê","Em ê Efrînê ji dagirkeran rizgar bikin" hatin berzkirin. Agirê Newrozê ji aliyê Malbatên Şehîdan ve hat vêxistin. Her wiha li gotinên Abdullah Ocalan ên derbarê Newrozê de hatin guhdarkirin.
Şahiya Newrozê bi stranên Koma Şehîd Hêva didome. Her wiha ji Endamên Malbatên Şehîdan Şervîn Rifaet axivî û got:"Em Newroza berxwedanê li Rêber Apo, li berxwedêrên di grevên birçîbûnê de û li hemû gelê kurd ê berxwedêr pîroz dikin. Gelê Kurd li ku derê bin ew ê agirê Newrozê vêxin. Agirê Newrozê dê tu carî venemire."
Şahiya Newrozê bi axaftina Hevseroka MSD'ê Îlham Ehmed didome.