Li Çewligê li gel astengiyan qada Newrozê

  • 14:04 21 Adar 2019
  • Rojane
ÇEWLIG -  Li Çewlikê di dema ku Newroz hat pîrozkirin de Migîn Tahîr û koma hevalên wê yên pêre bi wesayitê dema ku dihatin tevli bernameya Newrozê bibin li wesayita tê de bûn ceza hat birîn û destûr nedan ku hunermend bilind Şakîr jî bikeve Çewlikê. 
 
Newroz li Çewlikê li Taxa Sarayê bi tevlibûna hezaran hat pîrozkirin.  Hunermendên ku ji bo tevlipîrozbahiyê bibin xwestin bên  Çewlikê hatin astengkirin.  Mizgîn Tahir a ku ji Amedê ji bo tevli Newrozê bibe çû Çewligê û koma pê re ji aliê cendirmeyan de hatin rawestin û nasnameya wan hat kontrolkirin, Bilind Şakr ê ku di nava koma bi Mizgînê de bû jî ji ber ku nasnameya Sûriyeyê li ser bû 700 û hevt hezar cezayê pere lê hat birîn û li wesayita komê jî 450 lîre pere hat birîn. 
 
Wesayita ku hunermend lê parkirî bûn destûr ji Bilind Şakîr re nehat dayîn û paşve şandin Amedê. Hunermend Mizgîn jî bi wesayiteke din anîn bernameya Newrozê ya Çewlikê.