Agirê Newrozê li Dêra Zorê li dijî zilma DAÎŞ'ê hat vêxistin
- 14:02 21 Adar 2019
- Rojane
DÊRA ZORÊ - Şervanên YPJ/QSD'ê li ser girê Baxozê ku hatibû rizgarkirin, agirê azadiyê ango agirê Newroza 2019'an, gur kirin.
Pêngava Bagera Cizîrê ku êdî gihAştiye kêliyên xwe yên dawî ku şervanên YPJ/QSD'ê cih li DAÎŞ'ê teng kiriye û tenê di koşeyekê de dorpêç kirine, didome.
Şervanên YPJ/QSD'ê li Sûsa, Baxoza Jorîn û Jêrîn her wiha li ser girê Baxozê ku ala YPJ/QSD'ê hatiye bilindkirin, agirê Newroza 2019'an vêxistin û bi gerandina dîlanê û tilîliyan, Newroz pîroz kirin.
Agirê Newrozê li Dêra Zorê li dijî zilma DAÎŞ'ê hat vêxistin. Rizgarkirina Dêra Zorê êdî di dîrokê de tê nivîsandin û gelê Dêra Zorê êdî rojeke nû li dûrî qetilkirin û mirinê ew ê bijîn.