'Li Dêra Zorê jinên leheng bi serfiraziya tunekirina DAÎŞ'ê agirê Newrozê vêxistin'
- 13:56 21 Adar 2019
- Rojane
Sorgul Şêxo
DÊRA ZORÊ - Şervanên jin ên hevparên QSD'ê ku bi rihê têkoşîna li dijî çeteyên DAÎŞ'ê agirê Newrozê li ser girê Baxozê vêxistin, hestên xwe anîn ziman û gotin:"Çawa Newroz ji bo me rojeke nû ye, rizgarkirina gelê Dêra Zorê jî jiyaneke nû ye."
Şervanên jin ên hevparên QSD'ê yên ku bi îradeyek xurt çeteyên DAÎŞ'ê têk birin û agirê Newrozê li ser girê Baxozê vêxistin peyama berdewamiya têkoşîna ji bo azadiyê dan û gotin:"Li Dêra Zorê jinên leheng bi serfiraziya tunekirina DAÎŞ'ê agirê Newrozê vêxistin."
'Me agirê Newrozê li Baxozê vêxist'
Şervana jin a bi navê Tolîn Azadî ku beşdarî hemleya rizgarkirina Reqayê jî bûbû, got:"
Tolîn Azadî Şervana ku dema Reqa hat rizgarkirin tevlî YPJ'ê bû wiha aixvî:"Em îro wekî jinên Ereb pir kêfxweş in ji ber ku me xwişkên xwe yê ku di bin zilm û zora DAÎŞ'ê de bûn û wekî kole dijiyan, rizgar kir. Va ye îro em li ser girê stratejîk yê Baxozê ye û agirê Newrozê vêdixin."
'Em ê Newroza 2020'an li Efrînê pîroz bikin'
Tolînê di dawiyê de wiha got:"Dema Tebqa rizgar bû me li wir Newroz pîroz ki û Newroza 2019'an îro em li Baxoza Dêra Zorê pîroz dikin û em ê Newroza 2020'an jî li Efrînê bi hilweşandina dagirkeriyê pîroz bikin."
'Ji jinên Dêra Zorê re jiyaneke nû dest pê dike'
Sozdar Avesta jî wiha got:"Çawa Newroz ji bo gelê herêmê rojeke nû ye rizgarkirina jin û zarokên Dêra Zorê jî jiyaneke nû û azad e. Çawa Newroz ji bo me rojeke nû ye, rizgarkirina gelê Dêra Zorê jî jiyaneke nû ye. Li Dêra Zorê jinên leheng bi serfiraziya tunekirina DAÎŞ'ê agirê Newrozê vêxistin. Heta em hebin em ê têkoşîna li dijî zilm û zordestiyê bidomînin."