'Newroza 2019’an bihara azadiya gelan e'
- 13:41 21 Adar 2019
- Rojane
Ronîda Hacî
HESEKÊ - Jinên Pêkhateyên Aşûrî Newroza 2019’an wekî Newroza azadiya gelê bindest pênase kirin û gotin:“ Bi rihê Newrozê em ê têkoşînê mezin bikin.“
Îro gelê bajarê Til Temir bi hemû Netewên xwe Kurd, Ereb û Aşûr Newroza 2019’an li Sed Kirêma bi şahiyekê pîroz kirin, jinên pêkhateyên Aşûrî jî diyar kirin ku Newroza 2019 'an dê bibe Newroza rizgarkirina Efrînê .
'Newroza 2019’an bihara azadiya gelan e'
Jina bi navê Kesandira Bûlis Newroz li gelê Kurd pîroz kir û got:"Roja Newrozê Roja afirandina jiyana azad e. Kawayê Hêsinkar li hember zordariyê agirê Newrozê geş kir, ji bo wê jî em wekî gelê Aşûr jî em vê rojê pîroz û bi wate dibînin û li gel me wekî bihara azadiya gelan tê pênasekirin."
‘Newroz li Til Temirê bi cilên Kurdî, Erebî û Aşûrî hat xemilandin ‘
Jina bi navê Diyana Niwiya balkişand ser xemilendina Newroza 2019’an bi cilên gelêrî yên Kurdî,Erebî û Aşûrî û got:"Ev xemilandin peyama wê jî ew e ku gelê bakur û rojhelatê Sûriyeyê bi çand û dîroka xwe girêdayî ne û her ew ê zindî bikin."