Agirê Newrozê li Rojavayê Kurdistanê bi rihê berxwedanê geş bû

  • 13:36 21 Adar 2019
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Bi dirûşma'Bi rihê Newrozê em ê tecrîdê bişikînin û Efrînê rizgar bikin' Gelê Kurd ê Rojavayê Kurdistanê dest bi pîrozbahiya Newrozê kir. Li Qamişlo, Girkêlegê, Til Temir, Serêkaniyê, Kobanê Gelê Kurd bi rihê berxwedana Kawayê Hesinkar herikî qadên Newrozê. 
 
Bi dirûşma'Bi rihê Newrozê em ê tecrîdê bişikînin û Efrînê rizgar bikin' Gelê Kurd ê Rojavayê Kurdistanê dest bi pîrozbahiya Newrozê kir. Li Qamişlo, Girkêlegê, Til Temir, Serêkaniyê, Kobanê Gelê Kurd bi rihê berxwedana Kawayê Hesinkar herikî qadên Newrozê. Jinên ku bi cilên xwe yên gelêrî herikîn qadên Newrozê bi tilîliyên xwe agirê Newrozê geştir kirin. Qadên Şahiyê ji aliyê Hêzên Ewlekariya Hundrîn, Hêzên Parastina Civakî û hêzên Trafîkê  tê parastin, her wiha tevgera Çand û Hûnerê û Kevana Zêrîn qadên şahiyê bi rêxistin dikin.
 
Qamişlo
 
Gelê Kurd ê Qamişloyê di saetên serê sibehê de bi coşek mezin herikî qadan. Li Gundê Hîmo yê Qamişloyê gel bi dirûşmên xwe yên serhildanê Newroza 2019'an pêşwazî kir. 
 
Bi hezaran Kurd ên Qamişloyê bi kelecana berxwedana Newrozê berê xwe dan Gundê Hîmo yê Qamişloyê û bi kelecanek mezin agirê Newrozê geş kirin. Cihê pîrozbahiyê bi alên Kongreya Star, TEV-DEM, YPJ/YPG'ê hat xemilandin. Şahî bi deqeyk rêzgirtin dest pê kir, Agirê Newrozê bi destê Dayîkên Şehîdan hat vêxstin û li perspektîfên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ên li ser Newrozê hat guherdarkirin.
Şahî bi stranên koma Çand û Hûnerê didome, dê paşê Endama Koordînasyona Kongreya Star Foza Yûsif, ji rêveberên Kongreya Star Minîca Heyder biaxivin.
 
Girkêlegê
 
Bi hezaran şêniyên navçeya Girkêlegê Şahiya Newrozê li gundê Hilêq  pîroz kirin.
 
Bi hezaran kurdên navçeya Girkêlegê a herêma Cizîrê bi cil û bergên xwe yê kurdî berê xwe dan qada Newrozê ya li gundê Hilêq û pîrozbahiya Newrozê dest pê kir. Qada Newrozê bi wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û tekoşerên Azadiyê, Leyla Guvne û alên Kongreya Star, YPJ/QSD'ê û TEV-DEM'ê hat xemilandin.
 
Piştî deqeyek rêzgirtin, agirê Newrozê ji aliyê dayikên şahîdan ve hat vêxistin. Paşê Endamê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Yûnis Efrfat, Endama Rêveberiya Kongreya Star Nûrşan Eyilem, axvîn. Di axaftinan de Newroza 2019'an li tevahî gelan pîroz kirin û gotin:" Îro em kom bûn û bi vêxistina agirê Newrozê ya bi rihê têkoşîna Leyla Guven û tevahî berxwedêrên greva birçîbûnê, hêza me mezintir bû. Bi hêviya Newroza 2019'an em ê Rêberê xwe û Efrînê rizgar bikin."
 
Dê paşê koma "serhildan",koma "şehîd sabir",koma "alanya", koma "berfa çiya" ya zarokan wê strana bibêjin.
 
Koma  "hêvî "wê şanoya  bi navê "min tişt nekiriye û bûyer" pêşkêş bike. Koma "koçerat " ew ê govendekê ji çanda resen a koçerî pêşkêş bike. Koma netewên ereb ji Tilkoçerê wê ji bo Newrozê stranan bibêjin. Şahî bi stranan didome. 
 
Til Temir
 
Bi hezaran welatiyên bajarê Til Temir û gundewarên wê Newroz bi dilekî germ pêşwazî kirin.
 
Îro gelê bajarê Til Temirê berê xwe da qada Sed Kirêma û Şahiya Newrozê dest pê kir. Cihê pîrozbahiyê bi alên Kongreya Star, TEV-DEM, YPJ, YPG'ê hat xemilandin. Şahî bi deqeyek rêzgirtin bi sirûda Ey Reqîb dest pê kir. Paşê dengê Abdullah Ocalan ê li ser Newrozê hat guhdarkirin. Dê axaftin li ser navê pêkhateyan were kirin.
 
Şahiya Newrozê bi stranên koma çand û hûnera bajêr didome.
 
Serêkaniyê
 
Îro gelê bajarê Serêkaniyê ya Kantona Hesekê  agirê Newrozê geş kir.
 
Şahiya Newroza 2019’ an bi sirûda “Ey Reqîb “dest pê kir, cihê şahiyê bi wêneyên berxwedêran, alên YPJ,YPG’û QSD’ê û wêneyên Perlementera HDP’ê Leyla Goven û wêneyên  Rêberê  PKK'ê Abdulah Ocalan hat xemilandin. di heman demê de niraxanidinê Ocelan ên ji bo Newrozê hat guhdarkirin.
 
Newroza Bajarê Serêkaniyê li Gundê Eyîn Husan a girêdayî bajarê Serêkaniyê  bi tililiyên dayikan agirê Newrozê ji aliyê malbatên şehîdan hat vêxistin.
Şahiya Newrozê bi stranên şoreşgerî yên  koma şoreş dewam dewam dike. 
 
Kobanê
 
Li Bajarê Kobanê Mitînga Newrozê li girê Miştenûr bi tevlîbûna bi deh hezaran şêniyên Kantonê dest pê kir.
 
Bi deh hezaran ji şêniyên herêma Firatê, saziyên civaka sivîl, şêniyên Tebqa, Minbic, û rêveberiya xweseriya Demokeratîk ya bakur û rojhilatê Sûriyeyê, bi cilên gelêrî li girê Miştenûr kom bûn û dest bi mitîngê kirin.
 
Di destpêkê de dayîkan meşeleya agirê Newrozê vêxistin, paşê deqeyek rêzgirtin ji bo bîranîna cangoriyên azadiyê,hat girtin, her wiha derbarê Newrozê de perespektîvên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatin guhdarkirin. Piştre hevserokê Herêma Firatê Enwer Mislim wiha axivî: “Em Newroza 2019’an li hemû gelê Kurd pîroz dikin û bi taybet li Rêber Apo. Îro bi rihê Newrozê em dibêjin ku wê di nêzik de Efrîn rizgar bibe, çawa ku Kawayê Hesinkar li dijî hovîtiya Dehaq bi ser ket, wê desthilatdariya Erdogan û Çeteyên wî jî têk biçe."
 
Newroz bi stranên Koma Botan a Çand û Hûnerê didome.
 
Hêjayî gotinê ye ku li bajarê Reqayê bi tevlîbûna şêniyên Reqa û Dêrezorê Newroz tê pîrozkirin.