Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kir

  • 13:34 21 Adar 2019
  • Rojane
STENBOL - Parêzerên Rêberê PKK'ê  Abdullah Ocalan Îbrahîm Bîlmez, Raziye Tûrgût, Serbay Koklu, Mazlûm Dînç ji bo karibin hevdîtinê bi muwekîlê xwe re bikin cara 800'î serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
 
Ji 27'ê Tîrmeha 2011'an û vir ve rejîma AKP'ê bi bahaneyên "rewşa nebaş a hewayê", "xerabûna keştiyê" û "Rewşa Awarte" destûra hevdîtina bi Abdullah Ocalan re nade parêzeran.