Li dijî tecrîdê herikin qada Newrozê

  • 12:21 21 Adar 2019
  • Rojane
WAN - Gelê Wanê li dijî tecrîdê diherike qada Newrozê ya tenişta Keleha Wanê. Jinan bi cilên xwe yên kurdewarî qad xemilandin. Jinan bi yek dengî wiha gotin: "Em li dijî tecrîde kom bûn, em ji bo Zulkuf Gezen li vir in û  heya dawiyê li berxwebidin."   
 
Bi deh hezaran welatiyên Wanê di saetên sibehê de ji gelek tax û kolanên Wanê kom bi kom ber bi qada Newrozê ve meşiyan û herikîn Qada newrozê ya Keleha Wanê. Îsal Newroz bi dirûşma "Teqez em ê bi ser kevin, tecrîdê bişkînin" tê pîrozkirin. Li bendê ye ku Newroza Dîrokî li Wanê bê pîrozkirin. Bi deh hezaran gelê Wanê bi cilên xwe yên rengîn herikin qadê. Qada Newrozê jî bi al, nepox û pankartên rengo reng hatiye xemiland. Ji ber ku qada Newrozê bi bariyeran hatiye girtin ji du nokteyan ve gel dikevin qadê. Jin bi kras û fîstanên xwe û zilam jî bi şal û şapikên xwe qad xemilandin. Bi hezaran welatiyên daketin qadê govendê digerînin û pankartên "Em ê teqez bi ser bikevin", "Newroz pîroz be"  vekirin. Girseya li qadê kom bûye bê navber dirûşmeya "Bijî Serok Apo" û "Bijî berxedana zindana" berz dikin. Polîsan bi qasî demek dirêj bi sedema karta zer tune xebatkarên çapemeniyê rawestandin. 
 
Ji jinên ku qada Newrozê bi cil û bergên xwe xemilandin û bal kişandin ser girîngiya Newrozê ya îsal Gulîstan Işik Newroza Gelê Kurd û jinên kurd pîroz kir û wiha got: "Li dijî tecrîdê û her wiha ji bo piştgiriyê bidin Leyla Guven me berê xwe da Newrozê. Em ê bibin bedena Leyla Guvenê, em ê bibin dengê Gelê Kurd."
 
Fadîle Duman ji wiha nêrînên xwe anî ziman: "Di serî de ez cejna serokatiya xwe pîroz dikim. Slavên xwe ji Leyla Guven û girtiyên siyasî re dişînim. Dê rojek faşîzm têk biçe û demokrasî qezenç bike."
 
Esma Kaynak got ku 31'ê Adarê ji bo guhertinê rojekî girîng e û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Serkeftina 31'ê Adarê dê bibe vesileya şikandina tecrîdê. Em îro ji bo Zulkuf Gezen li vir in. 
 
Ayşe Mamuk jî dirûşmeyan hêstên xwe anî ziman û wiha got: "Dê heya dawiyê bi berxwedêran re bin, em ê faşîzmê ji holê dakin, bijî berxwedana zindanan."
 
Hediye Baranê ku tevlî pîrozbahiyên Newrozê bû wiha nêrînên xwe anî ziman: "Em îro ji bo girtiyên siyasî, ji bo grevên birçibûnê û li dijî tecrîdê hatin." 
 
Ayşe Şakar jî wiha got: "Em kurd in û heta mirinê jî em kurd in. Em dew jî têkoşînê bernadin.