Newroza Nisêbîn û Mîdyatê bi dirûşma “Bijî Berxwedana Leyla” dest pê kir

  • 11:50 21 Adar 2019
  • Rojane
MÊRDÎN - Ji bo Newroza ku wê bi dirûşma "Teqez em ê bi ser kevin û tecrîdê bişkînin" bê pîrozkirin li navçeyên Nisêbîn û Mîdyatê bi dirûşmeyên “Bijî Berxwedana Leyla” û ”"Bijî berxwedana zindanan" gel herikîn qadan.
 
Gel diherikin Newroza navçeya Nisêbînê ku vê salê bi dirûşma "Teqez em ê bi ser kevin û tecrîdê bişkînin" wê bê pîrozkirin.  Li navenda navçeyê ku bi barîkatên polîsan hatiye dorpêçkirin amadekariya Newrozê ku berî bi rojan ji aliyê Komîteya Amedekar a Newrozê ve li kêleka Parka Cîgerxwîn hate destpêkirin heta derengê şevê berdewam kir. Qada Newrozê ku ji bo mêvanên xwe pêşwazî bike amade ye, bi alên Partiya Demokratîk a Gelan  (HDP) hat xemilandin. Di qadê de pankartên “Newroz Berxwedan e, Newroz pîroz be”, “Ger ew Dehaqin em jî Kawa ne”, “Ji 8’ê Adarê ber bi Newrozê ji bo Azadiyê Amade ne”, û“Bi Rihê Kawayê Hesinkar Em Newrozê Pîroz Dikin” hat daliqandin.
 
Gel ji saetên zû yên serê sibehê de berê xwe da daqa Newrozê û hatina qadê ya gel dest pê kir. Gelê ku li ber bariyerên polîsan ji bo bikeve qadê kom bû, bi kincên xwe yên gelêrî bi lîlandin û bi dirûşmên “Bijî Berxwedana Leyla”, “Bijî Berxwedana Zindanan” û “Bijî HDP” berz kirin ve ketin qadê. Tevlîbûna jinan a li Qada Newrozê balê dikişîne. Newroz bi stran û govend gerandinê dest pê kir.
 
Di pîrozbahiya ku wê bê kirin de ji aliyê Parlamentera HDP’ê ya Mêrdînê Pero Dundar, Namzetên HDP’ê yên Nisêbînê Semîre Nergîz û Ferhat Kut wê biaxivin. Di pîrozbahiyê de wê Koma Dengê Amara û Koma Dengê Çiya jî derkevin ser dikê û bistirên.
 
Mîdyat
 
Li navçeya Mîdyatê ya Mêrdînê jî Newroz tê pîrozkirin. Di saetên serê sibehê de welatiyan berê xwe dan Qada Otogerê.  Bi kurdî, tirkî, erebî û suryanî pankart hatin daliqandin. Qad bi tililî û çepikan hejiya. Pîrozbahiya Newrozê berdewam dike.
 
Bername bi axaftinan berdewam dike.