HDK: Tecrîd tenê bi têkoşîn û berxwedanê dê bişkê
- 11:34 21 Adar 2019
- Rojane
STENBOL - Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) cejna Newrozê li gelan pîroz kir û got: "Newroz li dijî tecridê berxwedan e."
Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), bi minasebeta 21'ê Adarê Cejna Newrozê peyamek weşand û cejna Newrozê li gelan pîroz kir. HDK'ê bi daxuyaniyekê Newroz pîroz kir û wiha got: “Em li dijî tecrîdê bi ruhê berxwedanê dimeşin Newrozê. Newroz di hişê gelan de berxwedana li dijî zilm û zordariyê ye. Di serî de cejna Gelê Kurd û Rojhilata Navîn ên li dijî zilmê serî rakirine ye. Newroz, di heman demê de mizgîniya baharê ye. Remza Newrozê Kawayê Hesinkar e. Divê em li ber xwe bidin. Ji ber ku dîroka mirovahiyê bi berxwedanê gihiştiye serkeftinê. Gelên doza azadiyê dikin li dijî mafên xwe yên hatine desteserkirin bi berxwedanê bi ser ketine. Divê em li dijî tecrîdê lhi ber xwe bidin. Banga Newroza 2019'an a gelan û bindestan li dijî tecrîdê berxwedan e. Leyla Guven bi hiş û vîna xwe rêya berxwedanê vekiriye. Tecrîd tenê bi têkoşîn û berxwedanê dê bişkê û bi berxwedanê wê rêya aştiyê vebe.
Em qadên Newrozê bikin baxçeyên gelan. Jin, ciwan karker em qadan tije bikin û bikin rengê çîçeka Newrozê. Em bi dengê xwe li dijî tecrîdê bibin deng. "