Gelê Efrînê li Şehbayê Cejna Newrozê pîroz dikin

  • 11:26 21 Adar 2019
  • Rojane
ŞEHBA - Gelê Efrînê yên ku li kantona Şehbayê bi cih bûnin Cejna Newrozê bi şahiyek mezin pîroz dikin.
 
Gelê Efrînê û Şehbayê bi dirûma "Bi rihê newrozê tecrîdê bişkînin, Efrînê rizgar bikin" ji saetên sibehê de berê  xwe dan Qada Newrozê ya li Gundê Elewşê ya navçeya Ehdas a Şehbayê ji bo pîrozkirina Cejina Newrozê.
 
Bernemeya Newrozê ew ê wiha were pêşkêşkirin:
 
Cejin ew ê bi deqeyek rêzgirtin  a ji bo berxwedêrên azadiyê dê l dest pê bike. Piştre agirê newrozê ji aliyê malbetên şehîdan wê were vêxistin, gel wê guhdarî dengê Rêberê PKKê Abdullah Ocalan bikin, komê şehîd Hêva bi stranên xwe Cejna Newrozê ew ê pîroz bikin. Piştre  li ser navê malbetên şehîdan Şervîn Rifet û li ser navê hevseroka  Meclîsa Sûriyeya Demokratîk Îlham Ehmed, dê biaxivin. Her wiha gelek peyam ji bo pîrozkirina Newrozê wê were xwendin, piştre koma şehîd Bûtan ya ji Qamişlo wê stranê xwe pêşkêşî gel bikin û ya koma Çiyayê Hewar wê govendên xwe ji bo cejina newrozê pêşkêş bikin. Her wiha koma Agirî û koma Awazên YPK   jî wê stranên xwe pêşkêş bikin, yekîtiya hunermendan wê govendên Efrînî  pêşkêşî gel bikin, her wiha hunermenda bi navê Ebd Al Ezîz wê bi stranên xwe cejina newrozê li gelê kurd pîroz bike, koma bi navê kampa Serdem jî bi stranên xwe agirê newrozê ew ê geş bikin, her wiha hunermenda bi navê Eyhan stranên xwe wê pêşkêş bikin.
 
Heta vê kêliyê gel berê xwe dide qada newrozê,  weke tê zanîn gelê Efrînê cara yekem li dervayî axa xwe bi rihê berxwedana serdemê û bi çoşek mezin agirê newrozê vêxistin û cejna xwe li Şehbayê pîroz dikin.