Rojnameger Semra wê li midûriyeta polîsan îfade bide
- 10:18 21 Adar 2019
- Rojane
ENQERE - Rojnameger Semra Tûran a çû Midûriyeta Polîsan a Dersimê kameraya xwe bistîne, bi hinceta li Enqereyê îfadeya wê heye binçav kirin û birin Enqereyê. Midûriyeta Polisan a Enqere dê îro îfadya wê bigire.
Midûriyeta Polîsan a Dersimê ji bo kameraya xwe bigire bangî nûçegihana Ajansa Mezopotamya (MA) Semra Tûran kirin. Semra ya çû miduriyetê hat binçavkirin û birin Enqerê. Semra di 6’ê Adarê de li Dersimê hatibû binçavkirin û piştî hatibû berdan polîsan dest danîbû ser kameraya wê û li edliyê hatibû berdan. Polîsan di 20'e Adarê de ji bo kameraya xwe bigire, bangî wê kirin. Rojnameger ji bo kameraya xwe bigire, saet 10.00’an de çû Miduriyeta Polîsan a Dersimê, lê polîsan bi hinceta li Enqerê derbarê wê de lêpirsîn hatiye vekirin, Semra binçavkirin û birin Enqerê. Rojnameger û kesên di heman rojê de li Enqereyê hatin binçavkirin Adnan Vural, Gulser Kiliç, Îsmet Meydan, Mehmet Sıddik Akin, Mustafa Karabudak û Belgizar Sazak dê îro li Midûriyeta polîsan a Enqereyê îfade bidin.