Li Amedê meşa ber bi qada Newrozê de dest pê kir: Em ê tecrîdê bişkînin

  • 10:02 21 Adar 2019
  • Rojane
AMED - Ji bo Neweroza ku wê bi dirûşma "Teqez em ê bi ser kevin û tecrîdê bişkînin" bê pîrozkirin li Amedê gelê ku di saetên serê sibehê zû  de derket rê, li ber barîkatên polîsan bi dirûşma "Bijî berxwedana zindanan" li bendê ye ku bikeve qadê.
 
Newroza Amedê ku vê salê bi dirûşma "Teqez em ê bi ser kevin û tecrîdê bişkînin" wê bê pîrozkirin ji bo malovaniyê ji bi hezaran kesî re bike amade ye.  Li bajarê ku bi barîkatên polîsan hatiye dorpêçkirin amadekariya Newrozê ku berî bi rojan ji aliyê Komîteya Amedekar a Newrozê ve li Parka Newrozê hate destpêkirin heta derengê şevê berdewam kir. Qada Newrozê ku ji bo mêvanên xwe pêşwazî bike amade ye, bi alên Partiya Demokratîk a Gelan  (HDP) hat xemilandin.
 
Di saetên zû yên serê sibehê de, saet di 06.00'an de hatina qadê a gel dest pê kir. Gelê ku li ber bariyerên polîsan ji bo bikeve qadê kom bû, bi lîlandin û dirûşman bendemayîna xwe ya ji bo bikeve qadê berdewam dike. Hemû rêyên ku derdikevin Qada Newerozê ji bi bariyerên polîsan ji bo lêgerînê hatine dorpêçkirin. 
 
Wê balê bikişînin ser grevên biçîbûnê
 
Li Amedê ku îro kesekî dukan venekirin li bendê ye ku bi hezaran kes biherike qada Newrozê. Di Newroza îsal de wê bal bê kişandin ser çalakiya greva birçîbûnê ya ku di pêşengiya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera Partiya Demokratîk (HDP) ya Colemêrgê Leyla Guven ku li dijî tecrîda li Îmraliyê hatiye deestpêkirin. 
 
Di pîrozbahiya ku wê bê kirin de ji aliyê Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk, Hevseroka HDP'ê ya Giştî Pervîn Buldan, Hevserokê Giştî yê DBP'ê Mehmet Arslan û nûnerên partiyên kurd wê biaxivin. Herwiha li bendê ye ku peyama Hevseroka KCD'ê Leyla Guven a ku li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê 134 roje di greva birçîbûnê de ye bê xwendin. 
 
Pîrozbahî wê ji aliyê bi sedan rojnameger ve bê şopandin
 
Neweroza Amedê ya ku li Parka Newrozê tê Pîrozkirin wê ji aliyê bi sedan rojnameger ve bê şopandin û ji bo vê gelek rojnamegerên biyanî hatin Amedê.  Bi giştî hat diyarkirin ku 268 rojnamegera ji bo akredîstasyonê serî li HDP'ê dane. 
 
Di pîrozbahiyê de wê Bajar, Koma Pel û Pinar Aydinlar jî derkevin ser dikê û bistirên.