'Newroza gelan pîroz be'
- 09:43 21 Adar 2019
- Rojane
AMED - KCD-'ê bi minasebeta Cejna Newrozê peyamek belav kir û Newroza hemû gelê kurd û Rojhilata Navîn pîroz kir.
Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), bi minasebeta 21'ê Adarê Cejna Newrozê peyama pîrozbahiyê belav kir. KCD'ê di peyamê de cejna hemû gelê Kurd û Rojhilata Navîn pîroz kir. KCD'ê da zanîn ku wekî her sal Newroza 2019'an jî di pêvajoyek ku zilm û barbarhî zêde ye tê pîrozkirin.
KCD'ê anî ziman ku di vê pêvajoya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatiye tecrîdkirin, bi hezaran kes ketine greva birçîbûnê û di pêvajoya berxwedana çalakiya greva birçîbûnê de Newrozê pîroz dikin. KCD'ê destnîşan kir ku hemû hêzên navneteweyi dest dane hev û li dijî destkeftiyên gelê Kurdistanê êrîşan pêk tînin û dixwazin gelê kurd têxin nava tariyê.
KCD'ê da zanîn ku çalakiya greva birçîbûnê ya di pêşengiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven de hatiye destpêkirin li hezaran kesan belav bûye û bi hezaran kes li dijî tecrîdê li ber xwe didin û wiha got: "Di vê dîroka pîroz de em dibêjin Berxwedan teqez wê bi ser bikeve. Serkeftina teqez a berxwedanê jî bi tevlêbûna hemû partiyên welatparêz û demokratik, rêxistin û saziyên sivîl û demokratîk ên li çar perçeyên Kurdistanê pêkan e. Ev gefa li ser gelê kurd tenê bi berxwedana bi Ruhê Newrozê pekan e ku bişkê. Em Newroza 2019'an bi ruhê berxwedanê yê Kawayê Hemdem Mazlumê pêşwazî dikin. Em bi bawerî, têkoşîn û girêdana xwe ya Şopdarê Kawayê Hemdem Mazlum Dogan, Şehît Zulkuf Gezen bi hurmet bibîr tînin. Bi vê wesîleyê em cejna Newrozê li hemû gelê Kurd û Rojhilata Navîn pîroz dikin. Newroz de bibe azadiya gelên Axa Kurdistan û Rojhilata Navîn."