Newroz li gelek Welatan hate pîrozkirin
- 09:12 21 Adar 2019
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Kurdistaniyên li Almanya, Swîsre, Hollanda, Awûsturya û Fransayê dijîn Newroz pîroz kirin.
Li bajarên Den Haag û Geleen ên Hollandayê û li bajarên Viyana, Graz û Linz ên Awûstûryayê Newroz bi coşeke girseyî hate pîrozkirin.Newroz li bajarê Basel, Luzern, Cenevre û St. Gallenê yên Swîsreyê hate pîrozkirin.Kurdistaniyên li Elmanyayê ji bo pîrozkirina Newrozê li gelek bajaran tevî dostên xwe bi meşaleyan meşiyan û govend gerandin.
Li bajarên Den Haag û Geleen ên Hollandayê û li bajarên Viyana, Graz û Linz ên Awûstûryayê Newroz bi rengekî girseyî hate pîrozkirin. Pîrozbahiya li paytexta Viyanayê li Qada Opera Dewletê pêk hat û bi hezaran kes tevlî bûn.
Li bajarê Cenevreyê jî bi meşeke bi meşaleyan Newroz hate pîrozkirin. Li kantona St. Gallen a Swîsreyê Newroz li kampa penaberan a Landeggê Newroz hat pîrozkirin Tevî kurdên ji Bakur, Başûr, Rojhilat û Rojavayê Kurdistanê, mirovên ji gelên Ereb, Efgan, Fars û Arnavût jî tevlî pîrozbahiyê bûn.
Dîsa Kurdistaniyên li Fransayê dijîn li gelek bajaran daketin qadan û bi meşaleyan Newroz pîroz kirin.