ROJEVA 21'Ê ADARA 2019'AN

  • 08:27 21 Adar 2019
  • Rojev
*Jina Kurd a Êzidî Xewla Îsmail a ku ji aliyê şervanên YPJ'ê ve ji DAÎŞ'ê hat rizgarkirin got:"DAÎŞ'ê her kêliyên jiyana me kir dojeh. Ez gelek bextewar im ku hatim rizgarkirin." DÎMEN HEYE
 
* Hêzên QSD'ê di encama hemleya Bagera Cizîrê de li Baxozê 5  jin û 2 zarokên Kurdên Êzidî rizgar kiribûn. Yek ji jina bi navê Xunav Xidir Idêb ku bi birîndarî ji çeteyên DAÎŞ'ê hat rizgarkirin wiha got: "Dema em hatin rizgarkirin rojeke nû li me hilat."DÎMEN HEYE
 
*Jinên li Karakoçanê ji xebatên hilbijartinê re pêşengiyê dikin, diyar kirin ku wê di 31’ê Adarê de qeyûman bişînin Enqereyê û wiha got: “Karakoçan her tim ya me bû. Wê wisa jî bimîne. Em ê projeyên nîvco mane temam bikin.” DÎMEN HEYE
 
*Suheyla Taş li Girtîgeha Jinan a Sîncanê ev 86 roje di greva birçîbûnê de ye. Dayika wê Nezahat Taş da zanîn ku ji bo grev bi dawî bin divê demildest daxwazên wan bên cih û wiha got: “Ji girtîgehan tabutek din derket. Bila wekî din dernekevin. Êdî bes e. Bila deng bidin dengê zarokên me.”DÎMEN HEYE
 
*Sevda Kotan a di kafeyeke aydê şaredariya Kadikoy de dixebitî, hinceta ducanî bû ji kar hat avêtin. Sevdayê doz vekir û piştî 3 salan doza vegera kar qezenç kir. DÎMEN HEYE
 
*Li Colemêrga ku bihar û zivistanê di heman demê de tê jiyîn, berfa lê dibare, dîmeke rengîn derxist holê.
 
* Zarokê bi navê Yusuf Baran ku dawiya hefteyan diçe wesayeta hilbijartinê ya HDP’ê û li her cureyê teknîka wê dinêre, ji aliyê gel ve gelek tê hezkirin.DÎMEN HEYE