Li Şehbayê şahiya Newrozê hat lidarxistin
- 23:15 20 Adar 2019
- Rojane
ŞEHBA - Li hemû navçe û gundewarên Şehbayê gel şahiya cejina newrozê bi vêxistina agir pîroz kirin,hemû pêkhateyên ku li Şehbayê dijîn şahiya cejina newrozê li dar xistin û bi çoşa gel agirê newrozê geş bû.
Hemû gel bi coş, stran, helbest û şanoyên xwe ev şahiya pêşwazî kirin, piştî deqeyek rêzgirtin dayîkên şehîdan agirê newrozê vêxistin û li Abdullah Ocalan pîroz kirin.Jinên ku beşdarî şahiyê bûnin nêrînên xwe bi me re parve kirin û gotin:”Em ê bi rihê newrozê Efrînê ji destê dijmin rizgar bikin û agirê newrozê bi berxwedaniya gel geş bikin ji ber ku agirê newrozê agirê serkeftinê ye.
Her wiha jina bi navê Leyle Ibrahîm got:”Em cejina newrozê li gelê kurd, Rêber Apo û dayîkên berxwedêr pîroz dikin, ev cara yekem em newroza xwe li dervayî Efrînê pîroz dikin lê ev yek nebû asteng li hember coşa gelê Efrînê û berxwedaniya wan."
Zaroka bi navê Sîma Nebo ya 12 salî li ser cejina newrozê axivî û got:”Em li şahiya newrozê amade bûnin , weke zarokên Efrînê cejina newrozê li hemû cîhanê pîroz dikin, em ê bi rihê berxwedaniya zarokan vegerin Efrînê û li wir newroza xwe careke din pîroz bikin.
Jina bi navê Fikret Ebdelo ya ji Efrînê axivî û got:”Em wek jinên Efrînê li Şehbayê bi cih bûnin agirê newrozê geş dikin, li ku dibe bila bibe em ê newroza xwe pîroz bikin, îsal bi rihê berxwedaniya Efrînê agirê newrozê geş dibe.
Şahî bi govend û stranan bi dawî bû.