Li Mêrdînê rojnamegerên hatin binçavkirin serbest hatin berdan

  • 16:58 20 Adar 2019
  • Rojane
MÊRDÎN - Nûçegîhana me Rojda Aydin û Nûçegîhanê MA'yê Ahmet Kanbal dema ku daxuyaniya li ber Girtîgeha Girtî ya Tîpa E ya Mêrdînê a HDP'ê  dişopandin hatin binçavkirin, serbest hatin berdan. 
 
Rêxistina HDP'ê ya Mêrdînê ji bo balê bikişîne ber  Girtîgeha Girtî ya Tîpa E ya Mêrdînê daxuyanî da. Nûçegîhana me Rojda Aydin û Nûçegîhanê Ajansa Mezopotamyayê(MA) Ahmet Kanbal dema ku daxuyaniya li ber Girtîgeha Girtî ya Tîpa E ya Mêrdînê dişopandin hatin binçavkirin.  Nûçegihana me û nûçegihanê MA'yê li TEM'ê îfadeyên wan hatin girtin piştre serbest hatin berdan.