Di çalakiya rawestandinê de 14 jin hatin binçavkirin
- 16:45 20 Adar 2019
- Rojane
AMED - Li Semta Ofîsê ya Amedê 14 jinên xwestin “çalakiya rawestandinê” ya ji bo piştigiriya Leyla Guven li dar bixin rastî mudaxaleya polîsan hatin û bi derbkirinê hatin binçavkirin.
Endamên Tevgera Jinên Azad (TJA) li Semta Ofîsê ya Navçeya Yenîşehîra Amedê çalakî li dar xistin. 14 jinên ku bi armanca pitgiriyê bidin çalakiya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven a 133 roj in li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ye “çalakiya rawestandinê” li dar xistin. Jinên ku fularên wêneyê Leyla Guven li ser xistin stûyê xwe demek li ser kolanê rawestiyan. Jinan dirûşmên wekî "Leyla Guven rûmeta me ye" berz kirin.
Jinên ku di çalakiya xwe de israr kir û rastî mudaxeleya polîsan hatin. Hevseroka DBP’a Amedê Rewşen Karademîr, Hevseroka HDP’a Yenîşehîrê Demet Ozkaran, Hevseroka HDP’a Sûrê Sevîm Coşkun, Endama Meclîsa HDP’ê Nevriye Çur, aktîvîstên TJA’yê Safiye Akdag, Remziyet Sizici, Ronda Bat, Halîme Akyol, Leyla Înal, Ayten Aytîn û Ayfer Bakir di nav de 14 jin ji aliyê polîsan ve hatin derbkirin û binçavkirin.
Dema polîsan jinan binçav kir mertalên xwe bilind kirin û nehiştin kêliyê binçavkirinê ji aliyê rojnamegeran ve bê kişandin. Di vê kêliyê de Parlamenterê HDP’ê ya Amedê Musa Farîsogullari hat Kolana Hunerê û bertek nîşanî polîsan da.