'Em ê dev ji têkoşîna xwe bernedin'
- 16:07 20 Adar 2019
- Rojane
Tûlîn Muhemed
ŞEHBA - Jinên Efrînê ku tevlî çalakîya şermezarkirina êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Efrînê bûn, axivîn. Jinan gotin:" Efrîn rûmet û jiyana me ye, em ê vegerin ax û warê xwe."
Bi boneya salvegera êrîşên li ser Efrînê yên dewleta tirk û komên girêdayî wê li Şehbaye çalakî hat lidarxisin. Jinên beşdarî çalakiyê bû gotin:"Em dev ji hêviya ji bo vegera Efrînê bernadin. Em ê her dem ji bo vegera Efrînê têkoşîna xwe bidomînin."
Jina bi navê Fîdan Reşîd got:" Ji ber kiryarên ne mirovahî ên dewleta Tirk ên li ser gelê Efrînê em neçar man ji mal û axa xwe dûr bikevin, lê tu carî jî em ê Efrînê nehêlin ji dagirkeran re, em ê vegerin warê xwe."
Fadîle Osman jî roja 18'ê adarê şermezar kir û got:" Em her roj û kêlî li ber xwe didin, di nav çalakiyan de ne, tenê armanc yek e , vegera Efrînê ye."
Her wiha Henan Muhemed Hacî jî wiha dibêje:" Gelê Efrînê tu carî hêz û îradeya xwe ya xurt winda nekir, gelê ku her li ber xwe daye, bi hevgirtina û hêza jinan em ê vegerin Efrînê. Efrîna xwe ji dagirkeran paqij bikin."
Helîme Dawûd jî wiha got:" Gelê Efrînê di nav şert û mercên herî zehmet li Şehbayê dijî, her roj têkoşîna xwe mezintir dike, tenê ji bo vegerin Efrînê, warê zeyîtûnan."
Mizgîn Hesen jî ev tişt got:"Ax rûmet e. Em dikarin bê zarok bijîn, lê jinên Efrînê bê Efrîn nikarin bijîn. Efrîn jiyan e, wate, hezkirin û hebûna me ye, em ê vegerin Evîna xwe. Em ê dev ji têkoşîna xwe bernedin."