Malbata Zulkuf bang kir: Divê gelê Kurd beşdarî Newrozê bibe

  • 15:04 20 Adar 2019
  • Rojane
AMED - Bavê Zulkuf Gezen ê bi armanca şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan çalakî pêk anî û dawî li jiyana xwe anî Şehmus Gezen, bang li gelê Kurd kir ku beşdarî Newrozê bibin û got: “Zulkuf ji bo azadiya vî gelî dawî li jiyana xwe anî. Divê gelê Kurd xwedî vê çalakiya Zulkuf derkevin.” 
 
Malbata Zulkuf Gezen ê bi armanca şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 2 a Tekîrdagê çalakî pêk anî, bang ji bo tevlîbûna Cejna Newrozê kir. Bavê Zulkuf, Şehmus Gezen, diyar kir ku ji bo dawîkirina tecrîdkirina Abdullah Ocalan kurê wî dawî li jiyana xwe anî û ev bang li raya giştî kir: “Di serî de gelê Kurd, divê hemû beşên civakê tevlî Newrozê bibin. Zulkuf ji bo azadiya vî gelî dawî li jiyana xwe anî. Divê gelê Kurd xwedî vê çalakiya Zulkuf derkevin.
 
Şehmus Gezen, anî ziman ku divê sala 2019’an bibe sala azadiya gelê Kurd û wiha got: “Em ê jî li Qada Newrozê ya Amedê bin û agirê Newrozê pê bixin.”