Jin dê li Frankfûrtê werin cem hev

  • 14:29 20 Adar 2019
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - TJK-E'yê Newroz pîroz kir û bang kir ku 23'yê Adarê her kes tevlî mîtînga li Frankfûrtê bibe.
 
TJK-E'yê bi daxuyaniyeke nivîskî got Newroza îsal divê zêdetir watedar û bêhempa be. TJK-E'yê  di daxuyaniya xwe de Zulkuf Gezen bi bîr anî û wiha dirêjî da daxuyaniya xwe: "Em Newroza 2019'an di serî li jinên Kurdistanî bi rengê ku faşîzmê hilweşînin, bi biryardarî û coşo ku Rêber Apo û Kurdistanê azad bikin, pêşwazî dikin. Jinên Kurdistanî, ji çiyayên Kurdistanê heta bi Bakurê Sûriyê, ji zindanan heta bi Ewropayê, li her devrê agirê Newrozê xweş dikin. Ji faşîzma DAÎŞ'ê, ji faşîzma AKP-MHP û pergala zilamserwer hesab dipirsin. Em jinên Kurdistanî yên li Ewroapyê em careke dî soz didine şehîdên xwe yên jin ku bi giyanê Newrozê agirê berxwedanê geş dikin û soz didin ku bibin layiqî jinên berxwedêr.''
 
Di dawiya daxuyaniyê de bang li hemû jinan dikin, ala berxwedanê ya ku Mazlûma Dogan, Zekiye Alkanan afirandî û hevrê Zulkuf Gezen dewr standiye, bilind bikin û her wiha bang dikin ku her kes 23'yê Adarê tevlî meş û mîtînga Newrozê ya li Frankfûrtê ya Elmanyayê bibe.