Gel dê bibin lehî û biherikin Newrozê
- 14:23 20 Adar 2019
- Rojane
AMED / WAN -ŞIRNEX- Amadekariyên Newroza Amed, Wan û Şirnexê ya ku her sal bi heybet tê pîrozkirin temam bûn. Tê payîn ku çalakiyên greva birçîbûnê mohra xwe li pîrozbahiyê Newrozê bidin.
Di 21'ê Adarê de li Aydin, Bodrum, Çanakkale, Şirnex, Amed, Wan, Cizîr, Nisêbîn, Mîdyad, Êlih, Tetwan, Qereqoçan, Pirsûs, Gever, Dîlok, Îzmîr, Antalya, Edene, Mêrsîn, Manîsa, Cihanbeylî, Bursa, Hatay, Agirî û Silopiyê Newroz bê pîrozkirin. Dê îsal Newroz bi dirûşma"Teqez em ê bi ser kevin" bê pîropzkirin.
Newroza Amedê her sal pîrozbahiyên bi heybet li pey xwe dihêle. Îsal jî Newroza Amedê bi dirûşma “Em ê teqez bi ser bikevin û tecrîdê bişkînin” dê bê lidarxistin. Newroza Amedê li cihê her sal Qada Newrozê ya li navçeya Rezana Amedê dê bê lidarxistin. Amadekariyên Qada Newrozê bi dawî bûn. Endamên Komîteya Amadekar a Newrozê û namzetên HDP’ê yên hevşaredariyan mal bi mal, kolan bi kolan digerin û gel vedixwînin Newrozê. Dê peyama Hevseroka KCD’ê Leyla Guven a ku 133 roj in li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ye bê xwendin.
Gelê Wanê jî îsal dê bi dirûşma "Teqez emê bi ser bikevin" Newrozê li Parka Newrozê ya tenişta Keleha Wanê pîroz bikin. Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî de sibê tev li mitinga Newroza Wanê ku li Qada Newrozê ya Parka tenişta Keleha Wanê bê lidarxistin bibe. Li bendê ye ku bi sed hezaran gelê Wane sibê biherika Qada Newrozê û wekî her sal bi coşek mezin pîroz bike.
Li Şirnexê û navçeya wê Cizira Şirnexê dê 21'ê Adarê Newroz bê pîrozkirin. Ji bo pîrozbahiyê li kolanan belavok hatin belavkirin. He wiha li Cizirê li taxa Konakê Newroz dê bê pîroz kirin.