TJA: Li dijî tecrîdê dakevin qadên Newrozê

  • 13:14 20 Adar 2019
  • Rojane
AMED - TJA'yê Newroz pîroz kir û bang kir ku li dijî tecrîdê dakevin qadên Newrozê.
 
Bi minasebeta Newrozê Tevgera Jinên Azad (TJA) daxuyaniyeke nivîskî weşand û Newroz pîroz kir.
 
Di daxuyaniyê de hat gotin ku dehaqên vê serdemê li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û her qada jiyanê tecrîdê ferz dike û wiha hat gotin: "Ji aliyekî ve berxwedana greva birçîbûnê ya bi pêşengiya Leyla Guven li çar aliyên dinyayê belav bûye, li aliyê din di şexsê Zulkuf Gezen de berxwedan bûye sembol."
 
TJA'yê destnîşan kir ku çalakiya Leyla Guven pêşengiyê ji jinan û gelên dinyayê re dike û işaret bi êrîşên faşîzma AKP-MHP'ê hate kirin. Di dewama daxuyaniyê de hat gotin ku peyama di Newrozê de were dayin wê ji bo hilbijartinên herêmî yên 31'ê Adarê bibe bersiva jinan û gelan hemûyan a li dijî tifaqa faşîst.
 
TJA'yê diyar kir ku hevrêyên Leyla Guven, jinên TJA'yî wê bi şiyara 'Em ê teqez bi ser kevin' dakevin qadên Newrozê û dawî li tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û êrîşên faşîzmê bînin.