Li Baxozê 7 Kurdên Êzidî hatin rizgarkirin
- 12:21 20 Adar 2019
- Rojane
DÊRA ZORÊ - Hêzên QSD'ê li Kampa Baxozê do 5 jê jin û 2 jê zarok 7 Kurdên Êzidî rizgar kir.
Hêzen Qesedê bi hemleya Bagera Cizîrê gelek cihên Kampa Baxozê ya Navçeya Hecîna Dêra Zorê kir binê kontrola xwe. Car caran pevçûn tên jiyîn. Şervanan li girê bilind ê Baxozê ala YPG û YPJ'ê daliqand.
7 Kurdên Êzidî hatin rizgarkirin
Do di encama operasyonê de gelek endamên DAÎŞ'ê radestî hêzên QSD'ê bûn. 5 jê jin û 2 jê zarok 7 Kurdên Êzidî rizgar kir. Hêzên QSD'ê Êzidiyên ku rizgar kirin birin cihên bi ewle.
Sîvîlên ku hatin rizgarkirin navên wan wiha ne:Pakize Mehal Haso (30 salî ye û ji Gundê Qoço yê Şengalê ye), Xewla Îsmail Xwedêda (19 salî ye û ji Gundê Qoço yê Şengalê ye, Emine Xalo Izır (44 salî ye û ji Gundê Qoço yê Şengalê ye ), Şamil Îsmail Xwedêda (15 salî ye û ji Gundê Qoço yê Şengalê ye ), Solin Suleyman (17 salî ye û ji Gundê Qoço yê Şengalê ye ), Xunav Hıdır Adım (32 salî ye û ji Gundê Qoço yê Şengalê ye ), Aydin Hedit Tala (12 salî ye û ji Gundê Xirdanê yê Şengalê ye ).
Hat hînbûn ku ew ê Êzidiyên ku hatine rizgarkirin bibin Mala Êzidiyan û ji wir jî bigihînin malbatên wan.