Vekirina buroyê veguherî mîtîngê
- 10:12 20 Adar 2019
- Rojane
RIHA - Li Rihayê ku xebatên hilbijartinê yên HDP'ê bê navber berdewam dikin, li navçeya wê Halîliye jî vekirina bûroya hilbijartinê veguherî mîtîngê.
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Rihayê xebatên xwe yên hilbijartinê bê navber berdewam dike. Li navçeya navendê Halîliyeyê jî vekirina buroya hilbijartinê hat kirin û merasîma vekirinê veguherî mîtîngê . Di merasîma vekirina buroya ku li taxa Devetê hat vekirin de Parlamenterê HDP'ê yên RIhayê Nurettîn Maçîn, rêxistinên HDP'ê yên bajar û navçeyan û gelek welatî tevli bûn.
Di vekirinê de dirûşmên "Leyla Guven rûmeta me ye", "Bijî berxwedana zindanan", "HDP gel e gel li vir e" hatin berzkirin û li ber def û zirneyê govend hat gerandin. Di vekirina buroyê de endamên meclisê gel silav kirin, Hevseroka Bajêr a HDP'ê Adîle Oncel axaftineke kurt kir û banga tevlibûna pîrozbahiya Newroza ku wê di 21'ê Adarê de li Stadyûma 11'ê Nîsanê bê li darxistin kir.
Pitî Adîleyê parlamenterê Rihayyê Nurettîn Maçîn mafê axafitinê girt û diyar kir ku ew baş dizanin ku çiam AKP-MHP'ê Tifaqa Cumhur ava kirin. Ev tifaq ji bo tundiya li ser gelan hatiye avahirin û wiha berdewam kir: "Li 4 parçeyên Kurdistanê azadî nêz e. Em dema li Tirkiyeyê di hilbijartinên herêmî de bi ser kevin wê ev nêztir be. Gelê kurd bi sedan sal e li ber xwe dide ku wê kesek nikaribe vê têkoşîna azadiyê rawestîne.
Çalakî bi stranên hunermendan bi dawî bû.