Polîsan bi ser avahiya Rêxistina HDP'ê de girt
- 09:21 20 Adar 2019
- Rojane
EDENE - Polîsan bi ser avahiya Rêxistina HDP'ê ya Edeneyê de girt. Li avahiyê lêgerîna polîsan dewam dike.
Serê sibê zû polîsan bi ser avahiya Rêxistina HDP'ê ya Bajêr a Edeneyê de girtin. Polîsan avahî bi maşîneyên zirxî dorpêç kir û bi îdaya "li hundir poster, afîş û pankartên dij qanûnî hene" bi ser avahiyê de girt. Di heman demê de polîsan li hundirê beşa rêxistina HDP'ê ya Seyhanê de jî girtin di heman avahiyê de jî lêgerîn pêk anîn.
Lêgerîna polîsan a li avahiyê didome.