Ji girtiyan ji bo Leyla Guven name

  • 09:19 20 Adar 2019
  • Rojane
BANDIRMA - Li Girtîgeha Tîpa T ya Hejmara 1'em a Bandirmayê, girtiyên roja 75’emîn a çalakiya greva birçîbûnê de ne ji Leyla Guven re name şandin û wiha gotin: “Tu bûye deng, gotin, çalakî. Tû bûye berxwedan di tehma biharê de. Roja tecrîd bê parçekirin, roja ku tav dilê me germ bike û ronî bike, sergovenda azadiyê wê tu hebî.”
 
Girtiyên li Girtîgeha Tîpa T ya Hejmara 1'em a Bandirmayê dimînin bi daxwaza tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bê kirin ji 5’ê Çile heta niha di çalakiya greva birçîbûnê de ne. Girtiyên di grevê de ji bo Hevseroka KCD’ê û Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku di roja 133’emîn a greva xwe de ye, di 4’ê Adarê de nameyek nivîsîn. Di nameya li ser navê Sîraç Keskîn hatiye nivîsîn de, hat diyar kirin ku girtî di roja 67’emîn çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û dorneveger de ne.
 
Girtiyan di nameya xwe de destnîşan kirin ku wê heta tecrîd neyê rakirin çalakiya xwe bidomînin. Girtiyan her wiha di nameya xwe de helbestek jî nivîsîn. 
 
Girtiyan di nameya ku ji bo Leylayê nivîsîn de wiha gotin: 
 
“Roja tecrîd bê parçekirin, roja ku tav dilê me germ bike û ronî bike, dê di sergovenda azadiyê de tu hebî. Em ê jî bi fîgurên berxwedana xwe tevlî te bibin.
 
Hevala me ya hêja; Me nameya te ya di rojnameyê de xwend û kurt be jî me xwest em hestên xwe parve bikin. Ji 5’ê Çile şûnde em jî li vir, Engîn Okuducu, Abdullah Kaya, Zinar Dogan, Şeymus Can û hevalên din, tevlî govenda berxwedanê bûn. Di govendek wisa de cih girtin ji bo me hestê herî xweş ê cîhanê ye. Bi van hestan em 8’ê Adarê, Cejna Newroza te ji niha de pîroz dikin, em hêvî dikin ku bibe wesîleya şikandina tecrîdê, hilweşîna zilmê, rojên azad.
 
Em hezkirin û rêzdariyên xwe dişînin. Bi germahiya rojê û berxwedanê bimîne..”