Şahidên Rojiya Mirinê ya 96’an: Em deng bidin Leylayê

  • 09:17 20 Adar 2019
  • Rojane
Rengîn Azîzoglu
 
STENBOL- Jinên şahidiya grevên birçîbûn û rojiya mirinê ya sala 1996’an kirin wiha gotin: “AKP ji berpirsên wê demê hezar car xerabtir e. Çima ev zilm? Heta ku derê? Em dixwazin tecrîd rabe. Em deng bidin Leylayê em hêzê bidin Leylayê.”
 
Lİ Tirkiyeyê di 14’ê Tîrmeha 1982’an de li girtîgeha Amedê berxwedana rojiya mirinê ya girseyî pêk hat û piştî vê gelek rojiyên mirin û grevên birçîbûnê hatin jiyîn. Yek ji van jî pêvajoya rojiya mirinê ya 1996’an bû. Wezîrê dadê yê demî Mehmet Agar di 6’ê Gulana 1996’an de ‘giştînameya Gulanê’ weşand û di giştînameyê de dihat gotin ku girtî neqlî girtîgehên tîpa hucreyê bên kirin. Li ser vê girtî ketin grevê. Bi giştînameyê re hîmê girtîgehên Tîpa F yên îro hat avêtin.
 
Piştî giştînameyê girtîgeha Eskîşehîrê ya tîpa hucre hat vekirin. biryar hat girtin girtiyên li herêma Marmarayê neqlî wir bê kirin. Di 26’ê Gulana 1996’an de li 43 girtîgehan 2 hezar û 174 girtî ketin grevê û malbatan jî li derve çalakî dan destpêkirin.
Piştî Mehmet Agar, wezîrê dadê Şevket Kazan jî heman pêkanîn berdewam kir û çalakî veguherîn rojiya mirinê. Hejmara girtiyên ketin rojiya mirinê gihişt 260 kesî û di roja 69’emîn de bi dawî bû. Di encama rojiyên mirinê de 12 girtî jiyana xwe ji dest dan. Bi vekişîna ‘Giştînameya Gulanê’ girtîgeha Eskîşehîrê hat valakirin, girtîgehên Tîpa F heta sala 2000’î hat sekinandin.
 
‘Ew roj tên bîra min ez dilerizim’ 
 
Jinên şahidiya wê pêvajoyê kirin, tiştên îro tên jiyîn nirxandin. Ji van jinan Gulşen Tagaş diyar kir ku mirov neçar nebin nakevin çalakiya greva birçîbûnê û got: “Keça min Sevgî di 1996’an de ket grevê û daket 35 kîloyan. Wê demê girtîgeh şewitandin. Bombe avêtinê. Keça min digot, textek li girtîgehê dîtiye bi tesafud. Avêtiye hewadankê. Hundir tije jehr bûye, ew jî çûne hewadankê. Wê demê ew text dane ser serê xwe û bombe li serê wan neketiye ketiye. Ger text nebûna wê keça min bimra. Keça min pîjame ji min xwest. Min tiştekî kalin girt ku wê germ bike. Lê keça min got ez nikarim li xwe bikim, got ez nikarim li ser xwe hilgirim. Bedena wê nikaribû rake. Ez bi girî çûm. Dema ku ew roj tên bîra min ez dilerizim.”
 
‘Ji bo carekê em hembêz bikin bi saetan em dipayîn’
 
Gulşenê di dawiya axaftina xwe de bi lêv kir ku ji bo zarokên xwe bibînin her roj çûne girtîgehê û daxwazname nivîsîne û got ji bo carekê wan hembêz bikin bi saetan dipayîn û got: “Ez niha zarokên me yên di grevê de silav dikim. Leyla Guven rumeta me ye. Ez li hember îradeya wê serî ditewînim.”
 
‘AKP ji yên wê demê hezar car xerabtir e’
 
Meta Ahmet Turan Atmaca yê di 96’an de ketibû rojiya mirinê, Nuran Atmaca jî wiha got: “Dema Leylayê dest bi grevê kir ez çûm wan rojan.Em li bin pira Mecidiyekoy, li wesayîtan siwar dibûn û me dizanî em diçûn ku. Êrîş dikirin. Tevî vê me serî netewand. Ez gumanbarên wê demê tu car jibîr nakim. Wê demê me her tim li sûkura wan be. Lê AKP ji wan hezar car xerabtire. Çima ev zilm? Heta ku derê? Em jî mirovên vî welatî ne. Grev ne tenê ji bo tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, ji bo tecrîda li ser civakê jî bê rakirin tê kirin. Em bibin dengê Leylayê. Em hêza xwe bidin hêza Leylayê.”
 
Fatma Îtmeç diyar kir ku wan zilma pêvajoya 96’an qebûl nekirine û çalakî pêk anîne û got wek wê rojê îro jî xwedî li daxwazên girtiyên di berxwedanê de, derkevin. Fatmayê bang kir ku divê hemû gelên bi hestiyar bên cem hev û ji bo tecrîd rabe bang bikin.