‘Piştî her Newroza tê qedexekirin, tevlîbûn zêdetir bû’

  • 09:14 20 Adar 2019
  • Rojane
WAN - Jinên tevlî Newroza 2008’an a Wanê bûbûn û rastî şîdeta polîs hatibûn, diyar kirin ku çi dibe bila bibe wê her tim biçin Newrozê û got: “Piştî her qedexeyê tevlîbûn zêde bû. Divê îsal jî her kes ji bo Leyla Guven û girtiyan tevlî qadên Newrozê bibe.”
 
Di sala 2018’an pîrozbahiyên Newrozê de di serî de li Wan, Colemêrg, Gever û Sêrtê û gelek bajarên din hat qedexekirin û gel tevî qedexeyan li qadan hatibûn cem hev. Lê polîsan dîsa serî li şîdetê dan û gelek kes binçav kirin Li Wanê jî di êrîşa polîsan de jin li kolanê li erdê hatin dirêjkirin û polîsan bi copan ew derbkirin û hîna di hişan de cihê xwe digire.
 
Jinan diyar kirin ku tevî di ser de evqas dem derbas bûye jî tiştên wê rojê hatine jiyîn hîna di hişê wan de ye û got wê îsal jî tevî hemû tiştî wê li qadan bin.
 
‘Me rojek hov jiya’
 
Bahar Abî diyar kir ku ji bo pîrozbahiyê bi cil û bergên gelerî ji taxê ber bi sûka navendê meşyaye û got: “Zarokê min ket erdê. Min got ez rakim, ez jî bi ser de ketim. 6 jinên din jî hebûn. Polîsan em hemû avêtin ser hev û bi cop û pihînan li me xistin. Em derb kirin. Her ku me serê xwe rakir, wan li serê me xist. Destûr nedan em rabin. Ez ji ber derbkirinan ji ser hişê xwe çûm. Em rojek hov jiyan. Gaza îsotê avêtin ser me. Hîna jî cihên hatine derbkirin diêşin. Li çîpê min xistin. Hîna jî wê rojê ez ji bo êşa wan çûm nexweşxaneyê.”
 
‘Çi dibe bila bibe em ê îsa jî biçin’
 
Baharê di berdewamiya axaftina xwe de daxuyakirin ku ew bi salane tevî her tiştî diçe Newrozê û got: “Newroz israra me ya ji bo aştiyê ye. Newroz xeta sor a gelê Kurd e. Çi dibe bila bibe em ê biçin. Berf bibare, qiyamet rabe em ê biçin. Em îsal ji bo Leyla Guven li qadan e.”
 
'Tirsa xwe nîşan dan'
 
Naîme Aslan jî bi lêv kir ku ew roja wê ya herî xerab bûye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em derb kirin. Heqaret li me kirin. Jinên 80 salî derb kirin. Dema em derb dikirin, di esasê de nîşan didin ku çiqas ji me ditirsin. Bi çop, çekan êrîş kirin. Ev tirs e. Weke din vegotina vê tune ye. Newroza îsal gelek girîng e. Divê hemû jin tevlî bibin.”
 
Ayten Salgur jî anî ziman ku AKP’ê her tim hewl daye Newrozê qedexe bike lê gel her sal zêdetir tevlî bûye û ev tişt anî ziman: “Em hatin derbkirin. Zarokên me hatin qetilkirin. Hîna cihên derbkirina wan diêşin. Lê gelê Kurd tu car dest ji pîrozkirina Newrozê bernedan. Em îsal jî hêvî dikin ku bi sedhezaran qada Newrozê bê tijekirin.”