Li Botanê kevneşopiya Bêrîvanê: Hêzê dide
- 09:04 20 Adar 2019
- Rojane
ŞIRNEX - Bêrîvanên li Botanê navê wan li zarokan hat kirin û mohra xwe li dîrokê dan, rastiya jinên Kurd jî nîşan didin. Jinên ku wateya navê xwe fêr kirin û bi rastiya xwe re hatin rû hev, diyar dikin ku vî navî hêz daye û gotin tarîtiya demê Bêrîvanan ronî kir, niha jî Leyla ronî dikin.
Agirê Newrozê îsal li gelek navendî bi şîara ‘Em ê bi ser bikevin, em ê tecrîdê bişkînin’ hat pêxistin. Newroza îsal jî wek 8’ê Adarê diyarî grevên birçîbûnê yên bi pêşengiya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven hatiye destpêkirin, hat kirin . Bêguman dema Newroz tê gotin ewil Cizîr û Bêrîvan (Binevş Agal) tê bîra mirovan. Ya Newroza Cizîrê rêxistin kir Bêrîvan bû û îro jî jinên ku wê bi kedek mezin rêxistin kiribûn li kolanan pêşengiya berxwedanê dikin.
Berîvan di 16’ê Çileyê 1989’an de di encama îxbarekê de jiyana xwe ji dest da û ji wê şûnde Bêrîvanek din derket holê. Bêrîvana Cizîrî ya 17 salî di pîrozbahiyên Newrozê de bi kefiya xwe ya sipî balkişand û ji hezaran kesî re pêşengî kir, wêrekiya jinê carek din li dîrokê nexş kir.
Kevneşopiya Botanê: Bêrîvan
Ji ber vê jî li Cizîrê navê gelek zarokên keç ên hatin dinê malbatên wan kirin Bêrîvan. Zarok her ku mezin bûn bi van navan rastiya Kurd nas kirin.
Li her malekê navekî Bêrîvan heye û ev 27 sale ev kevneşopî didome. Me çîroka jinên navê Bêrîvanê girtiye kom kir û di heman demê de wateya navê Bêrîvan lêkolîn kir. Jinên wateya navê xwe hîn bûn û bûn Bêrîvan, ev pêvajo vegotin:
Bêrîvan Emîn: Wê demê navê min di lîsteya qedexekirî de cih digirt. Dema min nû hewl da wateya navê xwe hîn bibim, ji bo min tu wate îfade nedikir. ‘Jina şîr didoşe’, ev ji bo min gelek bêwate bû. Piştre her ku min xwe lêpirsîn kir, ez girîngiya navê Bêrîvanê hîn bûm. Wateya Bêrîvanê jina leheng, jina pêşeng e. Ez xwedî navekî sembol ya ji berxwedanan re pêşengî kiribû. Ez hîn dibim ku em zarokê dîrokek ji agir in. Em niha dîsa di tarîtiyekê de ne. Leyla Guven ji vê re pêşengiyê dike. Wan deman Bêrîvanan niha jî Leyla Guven ev agir pêxistine.
‘Vî navî di her pêvajoyê de hêz da min’
Bêrîvan Demîr: Ez 5 salî bûm dayika min ev nav li min kiriye. Berê navê min cuda bû. Dayika min Bêrîvan nas dikir. Piştî wê jiyana xwe ji dest daye, dayika min gelek bi bandor bûye. Dayika min navê min dike Bêrîvan. Wê demê min wateya navê xwe nizanîbû. Her ku ez mezin bûm min wate û hêza navê xwe hîn bûm. Vî navî her tim hêz da min. Niha ez bi hêz û îradeya ji vî navî digirim tevlî xebatên partiyê dibim.
‘Ez ê jî vî navî li zarokên xwe bikim’
Bêrîvan Edîn: Bêrîvan nûbûn e. Şînbûn e, jiyankirine. Rêhevala mazluman e, westandinê nizane. Îrade ye, mizganiya biharê ye. Ez wateya nav hinek dereng hîn bûm.Piştî ez wateya wê hîn bûm, ez dîrok û rastiya xwe jî hîn bûm. Ez ê vî navî li zarokên xwe jî bikim.
‘Ez di Newroza Cizîrê de hatim dinê’
Newroz Kabak: Ez di 21’ê Adara 1992’an de hatim dinê. Dayika min di govenda Newroza Cizîrê de, beriya bûyer derkevin, nerehet dibe û dibin nexweşxaneyê. Ez têm dinê. Navê min hemşîrekê daniye. Ji bûyerên wê rojê bi bandor bûye. Dayika min jî tiştek negotiye. Tevî nav qedexe bûye jî bavê min israr kiriye û Newroz nivîsîne. Ez bi navê xwe serbilind im.