Şahidê Newroza Nisêbînê ya 1992’yan: Pira Çag Çagê xwîn herikî
- 09:02 20 Adar 2019
- Rojane
Rojda Aydin
MÊRDÎN - Yek ji şahidên Neweroza Nisêbînê ya sala 1992'yan ku 16 kesî tê de jiyana xwe ji dest da Hazar Avşîn, got ku ew wê rojê qet ji bîr nake û ev tişt got: "Wê rojê Çemê Çag Çagê xwîn herikî. Mirov nikare wê rojê ji bîr bike lê li gel ku di ser wê rojê re 27 sal derbas bûn jî heman êrîş berdewam dikin. Divê ku gelê me derkeve qadan û bersivê bide AKP - MHP'ê."
Dema ku bahsa Newrozê tê kirin cihê ku di serî de tê hişê mirov navçeya Nisêbînê ya bajarê Mêrdînê ye. Bi taybetî jî Newroza 21'ê Adara 1992'yan ku li taxa Yenîşehîrê ji aliyê bi hezaran kesî ve hat pîrozkirin. Wê rojê tu buyerek xemgîn nehat jiyîn. Wezîrê Karên Hundir Îstemet Sezgîn jî "spasiya" gelê Nisêbînê kiribû ji ber ku tu bûyer neqewimîbû.
Lê ji ber êrîşên li ser pîrozbahiya Newrozê ya li Şirnexê ku di heman rojê de hatin kirin û di encamê de gelek kesî jiyana xwe ji dest da, piştî pîrozbahiyê bi rojekê gelê Nisêbînê careke din ji bo ku komkujiya di pîrozbahiya Neworzê ya li Cizîrê hat kirin şermezar bike daket qadan. Pêşiya kesên ku dadiketin qadan li ser Pira Çag Çaxê ji aliyê polîsan ve dihat girtin û her du aliyên pirayê jî bi panzeran hatibûn girtin. Piştî hişyariya polîsan a ji van panzeran gelê li ser pirayê dest bi çalakiya rûniştinê kir. Piştî hişyariyê bi demeke kurt polîsên wezîrê ku berî bi rojekê spasiya gelê Nisêbînê kir panzer bi ser heman gelî de ajotin û girseyê.
Herî kêm 16 kesî jiyana xwe dest dan
Bûyerên wê rojê heya serê sibê berdewam kirin û li navçeyê qadexeya derketina derve hat îlankirin. Li gorî daneyên fermî 16 kesî di bûrên wê rojê de jiyana xwe ji dest dan û 106 jî birîndar bûn. Li gorî şahidan jî wê rojê 21 kesî jiyana xwe ji dest dan û heya niha jî kujerên wê demê nehatine darizandin. Yek ji şahidên Newroza xwînî ya 1992’yan a Nisêbînê jî Hazar Avşîn e. Hazar a bûyerên wê rojê vegotin, bal kişand ser pîrozbahiyên Newroza 21’ê Adarê ya vê salê ku wê bi dirûşma “Em ê Teqez bi ser kevin û tecrîdê bişkînin” dê bê pîrozkirin.
Gel bi berzkirina dirûşman bersiv dida anonsan
Hazar a di wê demê de 47 salî bû, diyar kir ku Nisêbî bi çalakiya xwe li dijî bûyerên Cizîrê bêdeng neman û wiha axivî: “Di saetên sibê de li taxên Abdulkadîr Paşa, Dîcle û Firat gelek kes li ber Konaxa Hikûmetê kom bûn. Panzêrên li ber wan rawestiyan anonsên “Belav bibin, ên belav nebin dê bên kuştin” dikirin. Gel bi berzkirina dirûşman bersiv dida anonsan. Li ser vê yekê panzêr bi ser gel de hatin. Di nava girseyê de gelek ciwan, pîr û kal hebûn. Lê ligel vê yekê jî gule li gel reşandin.”
'Bi panzeran êrîşî çalakiya rûniştinê kirin'
Hazar, anî ziman ku girseya ew jî di navê de bû, li ser “Pira Şehîdan” ku wê dem ê navê wê Pira Çag Çagê bû dest bi çalakiya şermezarkirinê kirin û wiha behsa tiştên hatin jiyîn kir: “Panzêrek ji paş ve û yek din jî ji pêş ve bi ser gel de hatin. Girseyê jî li ser Pira Şehîdan dest bi çalakiya rûniştinê kiribû. Di wê navberê de panzêr bi ser gel de ajotin. Hevjînê min di bin panzerê de ma û jiyana xwe dest da, tî yê min jî nigê wî di bin panzerê de ma. Piştî çend saetan bi birîndarî ji wir xilas bû. Wê demê du keçen min jî li wir bûn. Ew jî ji bo xwe ji panzeran xilas bikin xwe avêtin nav çem. Wê demê kesekî/ê di nav avêde xenikî û jiyana xwe ji dest da, lê belê me cenaze nedît. Bi giştî wê rojê ji 21 kesî zêdetir jiyana xwe ji dest da. Lê belê dewletê got 16 kesî jiyana xwe ji dest daye. Pira Çag Çagê wê rojê xwîn diherikî.”
‘Mîna Pîrozbahiya 92…’
Hazar, destnîşan kir ku ew tu carî bûyerên sala 192'yan ji bîr nake û got ku li gel ku 27 sal derbas bûye jî hîn ew roj di bîra wê de ye. Hazar, bi lêv kir ku pîrozbahiyên Newroza îsal gelek girîngin û wiha pê de çû: “Pîrozbahiyên îsal pir girîngin. Piştî 27 salan heman êrîş îro dîsa berdewam dike. Îro li ser Abdullah Ocalan tecrîd tê meşandin û bi vê tecrîdê şer jî zêde bû. Ji ber vê jî em dixwazin Newroza îsal bi coşeke mezin bê pîroz kirin. Hikûmet dijminantiya Gelê Kurd dike. Di ser qedexeya derketina derve ya Nisêbînê re 3 sal derbas bûn. Piştî sê salan em ê dîsa li navenda Nisêbînê Newrozê pîroz bikin. Em hemû Gelê Kurd vedixwînin Newrozê. Welatiyên Nisêbînê, ligel hemû êrîş û zordestiyan di sala 92’yan de li Nisêbînê daketin qadan û Newroza xwe pîroz kirin. Gelê me dê dîsa derbikeve qadan û bersivê bide îktîdara AKP û MHP’ê.”
‘Em ê tecrîdê bi rihê têkoşînê bişkînin’
Hazar, bal kişand ser girangiya çalakiy li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a Hevseroka KCD’ê û Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku 133 rojin dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kiriye û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Bi heman daxwazê li gelek girtîgehan girtiyan dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kir. Bêyî ku em dereng bimînin divê em bibin dengê wan. Ji bo ku em bibin denge wan û bersivê bidin hikûmetê divê em tevlî Newrozê bibin. Em dixwazin ku hemû kes tevlî vî Newrozê bibe. Em ê tecrîdê bi rihê têkoşînê bişkînin.”