ROJEVA 20'Ê ADARA 2019'AN
- 09:00 20 Adar 2019
- Rojev
*Yek ji şahidên Neweroza Nisêbînê ya sala 1992'yan ku 16 kesî tê de jiyana xwe ji dest da Hazar Avşîn, got ku ew wê rojê qet ji bîr nake û ev tişt got: "Wê rojê Çemê Çag Çagê xwîn herikî. Mirov nikare wê rojê ji bîr bike lê li gel ku di ser wê rojê re 27 roj derbas bûn jî heman êrîş berdewam dikin. Divê ku gelê me derkeve qadan û bersivê bide AKP - MHP'ê." BI DÎMEN
* Bêrîvanên li Botanê navê wan li zarokan hat kirin û mohra xwe li dîrokê dan, rastiya jinên Kurd jî nîşan didin. Jinên ku wateya navê xwe fêr kirin û bi rastiya xwe re hatin rû hev, diyar dikin ku vî navî hêz daye û gotin tarîtiya demê Bêrîvanan ronî kir, niha jî Leyla ronî dikin.
*Jinên bi cil û bergên xwe yên rengîn ji bo Newrozê xwe amade dikin, diyar kirin divê her kes ji bo bibe dengê Leylayê dakevin qadên Newrozê. BI DÎMEN
*Der barê 12 siyasetmedarên jin ku hevşaredar jî têde bi hinceta tevlî bernameyên DOKH’ê bûne 6 sal şûnde îdianame hat amadekirin. Hevşaredara Artemîtê Sevîl Rojbîn Çetîn ku qeyûm tayînê şûna wê hatiye kirin got: “Îdiaya jiyana jinan mezin e. Siyaseta jinan desthilatdariyê ditirsîne.”
* Femînîst Çagla Akdere diyar kir ku divê di şaredariyan de jin di pêvajoyên biryargirtinê de cih bigirin û got: “Hewcedarî bi şaredariyên ku jin tê de kirde ne, heye. Divê meclîsên jinan bên avakirin, gotin û daxwazên jinan bên girtin û ev neyên piştguhkirin.” BI DÎMEN
*Jinên tevlî Newroza 2008’an a Wanê bûbûn û rastî şîdeta polîs hatibûn, diyar kirin ku çi dibe bila bibe wê her tim biçin Newrozê û got: “Piştî her qedexeyê tevlîbûn zêde bû. Divê îsal jî her kes ji bo Leyla Guven û girtiyan tevlî qadên Newrozê bibe.”BI DÎMEN
*Jinên şahidiya grevên birçîbûn û rojiya mirinê ya sala 1996’an kirin wiha gotin: “AKP ji berpirsên wê demê hezar car xerabtir e. Çima ev zilm? Heta ku derê? Em dixwazin tecrîd rabe. Em deng bidin Leylayê em hêzê bidin Leylayê.” BI DÎMEN
*Li Girtîgeha Tîpa T ya Hejmara 1'em a Bandirmayê, girtiyên roja 75’emîn a çalakiya greva birçîbûnê de ne ji Leyla Guven re name şandin û wiha gotin: “Tu bûye deng, gotin, çalakî. Tû bûye berxwedan di tehma biharê de. Roja tecrîd bê parçekirin, roja ku tav dilê me germ bike û ronî bike, sergovenda azadiyê wê tu hebî.”