Ji TUYAD DER'ê bang: Bila daxwazên girtiyan bên qebûlkirin
- 16:04 19 Adar 2019
- Rojane
WAN - Ji bo ku balê bikşînin ser çalakiyên grevên birçîbûnê TUYAD-DER`ê li ber girtîgeha Wanê daxuyanî da çapemeniyê
Çalakiya greva birçîbûnê ya ku ji aliyê Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê Leyla Guven ku li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dabû destpêkirin di roja 132'an de berdewam dike. Grevên birçîbûnê li girtîgehên Tirkiyeyê jî belav bûn û grevên birçîbûnê li girtîgehan niha çalakiya koma yekemîn di roja xwe ya 95`emîn de didome. Li Wanê ji bo ku balê bikşînin ser grevên birçîbûnê,bi tevlîbûna Parlementera HDP`ê ya Wanê Muazez Orhan,Hevserokên HDP`ê Yadîşen Karabulak,Umit Dede, hevserokên DBP`ê Okkeş Kawa, Aynur Tarhan, Dayikên Aşitiyê û TUYAD-DER`ê ji ber dorbeç û astengiyên leşkeran 10 km ji girtîgehê dûr daxuyanî dan çapemeniyê. Daxuyanî ji aliyê Parlementerên HDP`ê ya Wanê Muazez Orhan ve hat xwendin. Muazz bal kişand ser grevên birçîbûnê û got ku divê gel li dijî berxwedana zindanan bêdeng nemîne.
“Tu astengî nikarin pêşiya têkoşîna me bigirin”
Muazezê di berdewamiya axaftina xwe de bi lêv kir ku ew ê li dijî hemû astengiyên hikumetê têkoşîna xwe bidomînin û wiha axivî;“Ji bo ku piştgiriyê bidîn malbatên girtiyan û piştgiriyê bidîn berxwedana zindanan me xwest ku em li ber girtîgehê daxuyaniyekê bidin çapemeniyê. Lê destûr nedan û ji me re astengî derxistin. Lê bila bê zanîn ku ew çi bikin,bila bikin wê nikaribin pêşiya têkoşîna me bigirin.”
“Divê Wezîrê Edeletê daxwaza girtiyan pêk bîne”
Muazezê bang li wezîrê edeletê kir ku daxwazên girtiyan bînin cih û wiha got:“ Ji bo ku berxwedana zindanan bidîn bihistîn em niha li virîn. Brêz Leyla Guven ji bo ku tecrîda li ser Tirkiyeyê bi dawî bibe 132 rojin di greva birçîbûnê de ye. Ji bo ku agahiyên mirinê ji girtîgehan neyên em bang li wezîrê edeletê dikîn ku,daxwaza girtiyan bîne cih. ”
Daxuyanî bi dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan” bi dawî bû.