Li Mexmûrê bi çoşek mezin Cejna Newrozê tê pîrozkirin
- 15:47 19 Adar 2019
- Rojane
MEXMÛR - Li wargeha Şehîd Rûstem Cûdi(Mexmur) bi beşdarbûna hezaran şêniyên wargehê, xwendevan, mêhvanên ji başurê kurdisatan û ji deverên din ên Kurdistanê li navenda Çand û Hunerê bi ruhe berxwedana çalakiyên girevên birçîbûnê cejna Newrozê dest pê kir.
Îro di saet 13:30'an de bi beşdarbûna hezaran şêniyên wargehê, xwendevan, mêhvanên ji başurê kurdisatan û ji deverên din ên Kurdistanê li navenda Çand û Hunerê kom bûn ji bo pîrozbahiya Newrozê. Pîrozbahî bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir. Destpêkê Agire Newrozê ji aliye endamên saziyan ve hat pêxistin.
‘Newroz berxwedan e’
Li ser wate û giringiya rojê hevserokê Wargeha Mexmur Huseyîn kara axivî û got: "Newroz berxwedan e, Newroz hilweşandina dagirkerî, zilm û paşverûtiyê ye. Newroz li we tevan pîroz be, em vê Newrozê li Rêber Apo, şervanên Azadiyê, berxwedanên zîndanan, hemû gelê welatparêz û li Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî pîroz dikim. Welatparêzên hêja Newroz çawa beriya mîladê bûye ronahiya gelan, wekheviya gelan, niha jî dibe nîşaneya azadî û wekheviyê. Newroza îsal wê dagirkerî, faşizm û tecrîde hilweşine, wê bibe azadiya gelê kurd, em ser ve esase newroz we pîroz dikin rojên azad û ronî li peşiya me tevane.”
Pişti axaftina hevserokê Wargeha Mexmur Huseyîn Hawar Tunç helbest xwend, koma Kevana Zêrîn,hunermed Rotinda, koma govendê, koma Avşîn û Hûnermed Edîb derketin ser dikê bi stranên xwe gel bi çoşek mezin govend gerandin. Cejna Newrozê bi hemû çoşa xwe we berdewam dike.