Malbatên ku li ber girtîgehê bang kirin: Ger tiştek bi zarokê me bê dê AKP hesab bide

  • 15:12 19 Adar 2019
  • Rojane
AMED - Malbatên ku ji bo hevdîtina zarokên xwe çên Girtîgeha Tîpa D ya Amedê diyar kirin ku çalakiyên gireva birçîbûnê seknek bi rûmet e û wiha gotin:"Heta ku em bimirin em ê li ba zarokên xwe bin. Ger tiştek bi zarokê me bê dê AKP hesab bide."
 
Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê û Hevseroka KCD'ê Leyla Guven ji bo tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kiribû. Çalakiyên ji bo piştgiriya çalakiya Leyla Guven didome. Malbatên ku ji bo hevdîtina zarokên xwe çên Girtîgeha Tîpa D ya Amedê piştî hevdîtin qediya çalakiya greva birçîbûnê bi dirûşmên "Bijî berxwedana zindanan","Leyla Guven rûmeta me ye","Şehîd namirin" çalakiya greva birçîbûnê slav kirin. 
 
'Daxwaza wan daxwaza me ye'
 
Xizmên girtiyan gotin:"Zarokên me têkoşînek bi rûmet didin. Dixwazin aştî bê û tecrîd bi dawî bibe. AKP niha kor, ker û bêziman e. Dengê girtiyan nabihîse. Ger tiştek bi zarokê me bê dê AKP hesab bide. Heta ku em bimirin em ê li ba zarokên xwe bin. Ji ber bêedaletiyê îro zarokên me di zindanan de ye. Girtiyekî dawî li jiyana xwe anî. Ji bo dengê gelê kurd bê bihîstin canê xwe feda kir. Em dixwazin tecrîd bi dawî bibe. Daxwaza wan daxwaza me ye."
 
Piştre malbatan bi tililî û bi dirûşman çalakiya xwe bi dawî kir.