Derbarê Halîde Turkoglu ya DBP'yî de lêpirsîn
- 14:45 19 Adar 2019
- Rojane
DÊRSIM - Derbarê Cîgira Hevserokên DBP'ê Halîde Turkoglu û Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî bi hinceta axaftinên wan jên hilbijartinê lêpirsîn hat destpêkirin.
Derbarê Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sezaî Temellî û Cîgira hevserokên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Halîde Turkoglu de bi hincta axaftinên ku di dema danasîna namzedên hevşaredariyê yên Dêrsimê de di 31'ê çileyê de kirin ku wekî propagandaya rêxistinê kirin hatin hesibandin ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Dêrsimê ve lêpirsîn hat destpêkirin. Di axaftina Sezaî de dozger îda kir ku "Propagandaya rêxistinê hatiye kirin" û pesnê Ocalan hatiye dayîn û dosya şand enqereyê.