Newroz li Hesekê hat pîrozkirin

  • 14:41 19 Adar 2019
  • Rojane
HESEKÊ- Gelê bajêr bi hemû netewê xwe bi dirûşmeya “Bi rihê Newroza 2019’an Efrîn Rizgar bikin û Tecrîda ser Rêber Apo hilweşînin“, newroza xwe pîroz kirin .
 
Piştî ku şêniyên bajarê Hesekê bi hemû pêkhateyên xwe berê xwe da cihê şahiyê li Stada Beledî ya bajêr, şahiya Newroza 2019’ an bi sirûda “Ey Reqîb “dest pê kir. Paşê dayikên şehîdan agirê Newrozê vêxistin. Li cihê şahiyê wêneyên şehîdan, alên YPJ,YPG’û QSD’ê û wêneyên Parlementera HDP’ê Leyla Guven û wêneyên  Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatin daliqandin. Di heman demê de niraxanidinê Abdullah Ocalan ên ji bo Newrozê hat guhdarkirin.
 
Paşê berpirsê Komîteya Têkiliyên Diplomasî  yê TEV-DEM’ê Aldar Xelîl axivî û  Newroza 2019’an li hemû gelên Hesekê pîroz kir û got:" Newroza 2019’dê bibe Newroza serkeftin û tunekirina Çeteyên DAIŞ’ê , ev qonaxa ku em tê de derbas dibin qonaxeke pir girîng e. Ji bo wê jî em dibêjin ku Efrîn were rizgarkirin û  tecrîda ser rêber Apo bi berxwedana gel were şikand."
 
Niha jî şahî bi koma Tolhildan a bajarê Hesekê bi çend stranên şoreşgerî dewam dike .