Şandeya Fransiz a ji bo Newrozê hat Tirkiyeyê hat binçavkirin

  • 13:07 19 Adar 2019
  • Rojane
STENBOL - Rêveberên Partiya Komînîst a Fransa yên ji bo ku beşdarî Newroza Amedê bibin û pêvajoya hilbijartinê bişopînin ketin Tirkiyeyê, hatin binçavkirin. 
 
Rêveberên Partiya Komînîst a Fransa Sylvîe Jan û Mîchal Laurent ên ji aliyê Maseya Dîplomatîk a Komîteya Amadekar a Newroza Amedê ve, ji bo beşdarî Newroza 21’ê Adarê bibin hatin vexwendin, duh di ketina Balafirgeha Ataturk a Stenbolê de hatin binçavkirin. Hat diyarkirin ku Sylvîe  û Mîchal ji bo beşdarî Newroza Amedê bibin û pêvajoya hilbijartinê bişopînin hatin Tirkiye yê. 
 
Li gorî agahiyan, Sylvîe û Mîchal li gorî madeya 9’emîn a qanûna hejmara 6458’an hatine binçavkirin. 
 
Hat destnîşan kirin ku Sylvîe li Sîlîvîrî û Mîchal li şaxa biyaniyê ya li Çatalca tên girtin û sibe dê der sînor bên kirin.