Kesên çûn serdana goristanê li emniyetê tên rawestandin
- 12:50 19 Adar 2019
- Rojane
AMED - Kesên ku dixwastin biçin serdana gora Zulkuf Gezen rastî mûdaxeleya polîsan hatin û 10 kes hatin binçavkirin li Midûriyeta Emniyetê ya Amedê tên sekinandin.
Zulkuf Gezenê ku li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 2 a Tekîrdagê li dijî tecrîda li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan çalakî li dar xist û dawî li jiyana xwe anî, bişev bi darê zorê cenazeyê wî li Gorîstana Yenîkoyê hatibû definkirin. Kesên ku xwestin biçin serdana gora Zulkuf, rastî êrîşê hatin û hatin binçavkirin. 10 kesên ku hatin binçavkirin birin Midûryeta Emniyet ya Amedê. Li bendê ne ku kesên ku hatin binçavkirin derxin Edliyeya Amedê