Rojnameger Semra Turan dîsa hat binçavkirin

  • 11:57 19 Adar 2019
  • Rojane
DÊRSIM - Nûçegîhana Ajansa Mezopotamyayê Semra Turan a ku ji emniyetê gazî wê kirin û gotin "Were wênekêşa xwe bigire" piştî ku çû emniyetê hat binavçkirin û şandin Enqereyê. 
 
Li Dêrsimê nûçegîhana Ajansa Mezopotamyayê (MA) Semra Turan hatibû binçavkirin û wênekêşa wê hatibû desteserkirin. Semra piştî ku rojekê di binê çavan de hat ragirtin piştî ku sewkî edliyeyê kirin serbest hatibû berdan. Vê sibehê dîsa ji emniyetê saet di 07.00'an de bi rêya telefonê li Semrayê geriyan û gotin,"wer wênekêşa xwe bigire" Semra ya ku çû wênekêşa xwe ya hatiye desteserkirin ji emniyetê bigre, bi hinceta ku li Enqereyê derbarê wê de lêpirsîn hatiye vekirin hat binçavkirin. Semra ji wê derê bi wesayitê birin Enqereyê. 
 
Semara di 6'ê Adarê de hatibû binçavkirin û ji aliyê dadgeha ku sewkî wê hat kirin bi şertê kontrola edlî hat berdan.