Li Mêrdînê operasyona hemdemî
- 10:35 19 Adar 2019
- Rojane
MÊRDÎN - Polîsan li Mêrdînê di ser gelek malan de operasyona hemdemî pêk anî û gelek kes hatin binçavkirin.
Li Mêrdînê di saetên serê sibehê de polîsan di ser gelek malan de girt û operasyona hemdemî pêk anî. Di serdegirtina malan de endama PM a HDP’ê Semîre Kut, Aktîvîsta TJA’yê ya Mêrdînê Aysel Erol, rêvebirê HDP’ê Musa Bînbîr, Serokê navendê yê berê yê DEHAP’ê Cemal Veske û welatiyê bi navê Mehmet Salih Azîzoglu (65), Leyla Bozkurt hatin binçavkirin. Polîsan bi ser navnîşana kevn a Hevseroka navendê ya DBP’ê Leyla Bozkurt de girt û her wiha ser mala endamê HDP’ê Musa Alkan de jî girt, Hevseroka HDP'ê ya navçeya Nisêbînê Samiye Demîr, endamên HDP'ê yên berê Beşîr Şahîn û Murat Şîmdî, li gûndê Xirapbavê(Çatak) ya navçeya Artukluyê welatiyê bi navê Orhan Memîş hatin binçavkirin. Hat zanîn ku derbarê Musa Alkan de biryara binçavkrinê heye.
Hinceta kesên hatine binçavkirin nehat zanîn û wan birin Şaxa TEM’ê ya Mêrdînê.
Her wiha nehat zanîn ku binçavkirinên din jî hene yan na.