'Gelê Kurd li Lubnanê salvegera êrîşên li ser Efrînê şermezar kir'

  • 10:32 19 Adar 2019
  • Rojane
BEYRÛT - Bi armanca şermezarkirina salvegera êrîşên dewleta tirk û komên girêdayî wê yên li ser Efrînê, Gelê Kurd li Beyrûtê meşiyan û li pêşiya sefareta Tirkiyeyê daxuyanî dan.
 
Bi armanca şermezarkirina salvegera êrîşên dewleta tirk û komên girêdayî wê yên li ser Efrînê, Gelê Kurd li Beyrûtê meşiyan û li pêşiya sefareta Tirkiyeyê daxuyanî dan.
 
Di meşê de şaxên zeyitûnan û pankertên'Efrin wê bi ser bikeve wekî ku kobanê bi serket, Kurd parêzvanên demokrasiyê û nirxên mirovahiyê ne', hatin hilgirtin. Meş ji Herêma Rabiyê dest pê kir û li pêşiya sefareta Tirkiyeyê veguherî mêtîngê .
 
Piştî deqeyek rêzgirtin daxuyanî li pêşiya sefareta Tirkiyeyê hat dayin, daxuyanî ji aliyê Nunerê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Xalid Xalid ve hat xwendin.
 
Daxuyanî wiha bû:
 
"Em wekî gelê kurd li Lubnanê dagirkerî û komkujiyên dewleta Tirkiyê yên li ser Efrinê şermezar dikin. Di 20'ê Çileya 2018'an de dewleta Tirkiyê bi hemû hovîtiya xwe êrîşî Efrîna aram kir, ev êrîş jî bi komployeke navneteweyî pêk hat hemû dijminên mirovahiyê li himber Efrinê bûn yek û rê ji Tirkiyê re vekirin ku derbasî Efrinê bibe. Di encamê de gelek jin , zarok, yextiyar hatin qetilkirin. Gelê Efrînê li dijî hemû êrîşan li berxwe da, rûmeta xwe parast. Em wekî gelê kurd li ku derê bin em ê ranewestin û  heta gelê me yê Efrinê vegerin li ser axa xwe em ê dilsozê şehîdên berxwedana serdemê û hemû şehîdên kurdistanê bin."
 
Meş bi dirûşmên "Bijî berxwedana Efrinê, Şehîd namirin"bi dawî bû.