'DAÎŞ'ê tenê zarok wekî amûrên şer didîtin'
- 10:01 19 Adar 2019
- Rojane
Sorgul Şêxo
DÊRA ZORÊ - QSD'ê niha li Gundê Baxozê bi hemleya Bagera Cizîrê cih li çeteyên DAÎŞ'ê teng kiriye. Di encama vê yekê de malbatên çeteyan qefle bi qefle radestî hêzên QSD'ê dibin.
QSD'ê niha li Gundê Baxozê bi hemleya Bagera Cizîrê cih li çeteyên DAÎŞ'ê teng kiriye. Di encama vê yekê de malbatên çeteyan qefle bi qefle radestî hêzên QSD'ê dibin. Bi taybet jî zarokên bi malbatan diyar dibû ku bi çi rengî ji aliyê çeteyan ve tenê wekî mertal hatine bikaranîn. Hinek zarok pêlavên wan çiriyayî, hinek zarok tenê pariyak nan di destên wan de bûn. Hinek zarok jî rûyê wan di nava toz û gemarê de mabûn. Jinên ku zarokên wan ji çeteyan hene anîn ziman ku ew gelek poşman in.
'Tenê zarok wekî amûrên şer didîtin'
Jinên ji malbatên DAÎŞ'ê yên ku naxwazin navên xwe bêjin, gotin:"Dema Reqa rizgar bû me jî dixwest em jî rizgar bibin. Lê digotin ger hûn herin em ê we bikuji. Em bixwe gelekî poşmanin ku em hatin xapandin. Zarokên me perîşan bûn ji ber ku tu qedir û qîmet nedidan zarokan. DAÎŞ'ê tenê zarok wekî amûrên şer didîtin. Lê YPJ'ê gelek alîkariya me kirin, yanî me qetil nekirin û pêdiviyên me jî pêde dikin."